Li Zanîngehên Rojava û Kobanê pêvajoya beşbijêriyê dest pê kir

Li zanîngehên Rojava û Kobanê ji bo sala xwendinê ya 2026-2027'an pêvajoya tomarkirin û beşbijêriyê dest pê kir.

Jiyan Derya Welat Derya Welat Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Li gor Ronahî TV li Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanê ji bo sala xwendinê ya 2026-2027'an pêvajoya tomarkirin û bijartina beşa xwendinê bi awayekî fermî dest pê kiriye.

Her du zanîngehan li ser malperên xwe yên fermî lîsteyên beşbijêriyê weşandin û li gorî beşan pîvan û mercên pêwîst ên tomarkirinê ji bo xwendekaran diyar kirin. Rêveberiyên zanîngehan ragihandin, xwendekar dikarin li gorî pûwanên xwe serî li beşên cuda bidin.

Ji xwendekarên dixwazin serlêdanê bikin hat xwestin, şert û mercên her beşekê bi hûrgilî bixwînin, ji bo di dema diyarkirî de gavên tomarkirinê bi serkeftin temam bikin.

Wêne: Zanîngeha Kobanê