Li çiyayê Şengalê ji bo perwerdekirina zarokên Êzdî, 2 dibistan ji aliyê Meclisa Avaker a Êzdiyan ve hatin vekirin
ROJNEWS - BAHOZ AMED/ŞENGAL
Li gundên Kolka û Kersê yên li çiyayê Şengalê 2 dibistan ji bo perwerdekirina zarokên Êzdî ji aliyê Meclisa Avaker a Êzdiyan ve hatin vekirin. Li van dibistanan wê zarokên temenê wan di navbera 6-12 saliyê de werin perwerdekirin. Bi vî awayî piştî komkûjiya Şengalê, wê cara yekemîn li çiyayê Şengalê zarok perwerdeyê bibînin. Ligel bawerî û dîroka Êzdiyan, wê gelek dersên din ji aliyê mamostayên Êzdî ve werin dayîn.
Duh saet 09.00’an li gundê Kolka yê Şengalê bi beşdariya 84 zarokên Êzdî, dibistana bi navê Şehîd Qasim Xwedêda hat vekirin. Vekirina dibistanê ji aliyê dayîka Êzdî Meyan İlyas ve hat vekirin. Piştre zarok bi dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Şengalê’ û ‘Bijî Serok Apo’ derbasî refên di çadiran de hatine amadekirin bûn. Dersa yekemîn ji aliyê dayîka Êzdî Meyan İlyas ve hat dayîn.
Dayîka Meyan İlyas wiha got: “Me ev dibistan li ser navê şehîd Qasim Xwedêda yê ji bo rizgarkirina Şengalê şehîd bûyî, vekir. Wê zarokên me li vê dibistanê werin perwerdekirin. Wê fêrî dîrok û baweriya xwe bibin. Kesên li vir ji bo mafê xwe û Êzdiyan perwerdeyê dibînin, wê gelek tiştan bikin.”
Piştî axaftinên Meyan İlyas, zarokan dest bi avêtina dirûşmeyan kirin. Piştî dirûşmeyan zarokekî Êzdî helbestek xwend û dawî li dersa yekemîn hat.
Piştre ji mamostayên dibistana Şehîd Qasim Xwedêda Sebiha Sabirî Îbrahîm derbarê vekirina dibistanê de wiha got: “Îro bi navê Şehîd Qasim Xwedêda ji aliyê Meclisa Avaker a Êzdiyan ve dibistanek ji bo zarokên Êzdî hat vekirin. 84 zarok wê li vê dibistanê werin perwerdekirin. 4 mamostayên vê dibistanê hene. Yek ji armancên vê dibistana me ewe e ku em berxwedana Şengalê di vî alî de jî pêşbixin.”
Piştî gundê Kokla, li gundê Kersê yê Şengalê jî dibistanek bi navê Şehîd Serdar Şengal hat vekirin. Dibistan bi dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Şengalê’ û ‘Bijî Serok Apo’ hat vekirin. Piştî dirûşmeyan zarok derbasî dibistanan bûn.