Li Ûrisyayê embarên mezin ên bazirganiyê bi droan hatin lêdan
Li Ûrisyayê ji ber lêdana embarên Wildberries û Ozonê di navbera karkeran de tirs û fikareke mezin peyda bûye.
Li gor The New York Timesê weşandiye, artêşa Ûkraynayê bi balafirên bêmirov li navendên mezin ên lojîstîkê yên şîrketên bazirganiya serhêl ên li Ûrisyayê xistiye. Ji ber van lêdanan di nava karkerên embarên pargîdaniyên Wildberries û Ozonê de tirs û fikareke mezin peyda bûye.
Karkerên li van beşan dixebitin diyar kirine, zengilên hewayî û valakirina lezgîn a di nîvê şevê de ji bo wan bûne tiştekî rojane. Li gor agahiyan, agirên mezin ên piştî lêdana balafirên bêmirov derketine, bûne sedema şewitîna hejmareke pir a kelûpel û kelikên bazirganiyê.
Hêzên leşkerî yên Kyîvê diyar dikin, ev embar tenê navendên bazirganiyê nîn in, di heman demê de ji bo veguhastina kelûpelên leşkerî û piştevaniya artêşa Ûrisyayê tên bikaranîn. Ji ber vê yekê navendên sereke yên van her du pargîdaniyên mezin hatin lêdan.
Ji aliyekî din ve, xisareke darayî ya mezin gihiştiye bi hezaran karsaz û xwediyên dikanên biçûk ên ku berhemên xwe li ser van platforman difirotin. Tê ragihandin, ji ber jinavçûna kelûpelan gelek dozên tazmînatê li dijî şîrketan hatine vekirin.
Wêne: Amîda Kurd / Sembolîk