ROJNEWS - NAVENDA HEWLÊR – Fermandarê pêşmergeyan Dilşad Ezîz Mihemed li bajarê Şengalê şehîd bû.
Duh cîgirê hêza 3 ya tûgaya 8 a bejayî ya hêzên pêşmergeyan fermandar Dilşad Ezîz Mihemed bi qenasên çeteyên DAIŞ’ê hat şehîd kirin. Fermandar Dilşad ji despêka şerê Şengalê ve li wir di eniyên şer de cih digirt.
Operasyona rizgarkirina Şengalê 19’ê Kanûna sala borî bi tevlîbûna gêrîllayên HPG, YJA Star, YBŞ, YPG û pêşmergeyan destpê û hîna didome.