2 deqîqe xwendin

Li Şêrawa ya Efrînê yek jê emîr 34 çete hatin kuştin

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

EFRÎN 03.11.2013 10:05:07 Di pevçûnên li herêma Şêrawa ya Efrînê de yek jê Emîrekî Lîwa Tewhîd Dêr Cemal Şêx Meter bi giştî 34 çeteyên El Qaîdeyê hatin kuştin. Pevçûnên li herêmê dewam dikin.

Êrîşên komên çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraqş û Şamê/ Lîwa Tewhîd û hin komên çeteyên bi wan ve girêdayî li ser gundên Efrînê didome. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hatine wergirtin, di navbera 1-3'ê Mijdarê de li gundên Mereîn, Ziyaretê û Xirêbkê yên navçeya Efrîn Şêrawa pevçûnên dijwar qewimîne. Hat ragihandin hêzên YPG'ê roja Înê li dijî çeteyên DAIŞ û Lîwa El Tewhîd ên li gundê Ziyaretê çalakî lidar xistin. Di encama çalakiyê de şer û pevçûn hete saetên êvarê dewam kirin.

Hate hînbûn ku di encamê de yek ji fermadarên Tugaya El-Tewhîd ê bi navê Dêr Cemal Şêx Meter û 24 endamên komên çete hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn. Komên çete yên ku derbeyên mezin xwarin xwe vekişandin û ketin gundê Xirêbkê û li vir di navbera çeteyan û hêzên YPG'ê pevçûn derketin.

Li aliyê din çavkaniyên YPG'ê diyar kirin roja şemiyê hêzên YPG'ê li gundên Yazî Bax û Meerîn li dijî komên çete yên DAIŞ'ê çalakî pêk anîn. Hate hînbûn ku di encama çalakiyê de 6 endamên DAIŞ'ê hatine kuştin û wesayîtek doçka hatiye rûxandin. Her wiha di heman rojê yekîneyên tangan ên YPG'ê komên çete li gundê Meerîn hedef girt û di encamê de 4 çete hatin kuştin.

Heman çavkaniyan diyar kirin ku di 2'ê Mijdarê de komên çete yên DAIŞ'ê ji 3 aliyan êrîşî gundê Qestel Cindo yê Navçeya Şêra ya Efrînê kirin. Li ser vê yekê hêzên YPG'ê bersiva êrîşan dan û pevçûn qewimîn. Hate hînbûn ku di pevçûnan de 7 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin. Li heman herêmê jî hêzên YPG'ê li dijî komeke çekdar ên DAIŞ'ê çalakî lidar xistin û di encamê de 2 çete hatin kuştin.

Çavkaniyên herêmê diyar dikin ku Lîwa El- Tewhîd ya xwe li ser Artêşa Azad ve bi hemû hêza xwe alîkariya DAIŞ’ê dike û di êrîşên li dijî gelê Kurd e cihê girtiye.

Li gora çavkaniyan li herêmê pevçûnên demî hêj didomin.