1 deqîqe xwendin

Li Şêxmeqsûd dibistan vedibin

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

HELEB – Piştî demeke dirêj ji qutbûnê, ji bo vekirina dibistanên taxa Şêxmeqsûd a Helebê amadekarî têne kirin.

Li daxwaziya Buroya Perwerde ya taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê, Şaredariya Gel a taxê dest bi sererastkirin û paqijkirina dibistanên ku dê ji bo sala nû ya perwerdehiyê werin vekirin, kir.

Dibistanên ku îsal wê werin vekirin ev in: El-Berra Bin Malik, Aya Qasim, Rifet Hacî Serî û Alan Mihemed.

Yek ji berpirsên Komîteya Rêveberiya Dibistanan a girêdayî Buroya Perwerde Alfet Hesen diyar kir ku par wan gelek zehmetî kişandin, wê demê ji bo ewlehiya mamoste û şagirtan 6 mehan dibistan hatin girtin.

Alfet Hesen bal kişand ku wan dest bi amadekariyên vekirina dibistanan kiriye, navên xwendekaran qey dikin û got ku gelek şagirtên nû tên û navên xwe qeyd dikin.

Alfet, jî wekî her welatiyekî Sûriyeyê hêvî kir ku ev sal cudayî par be û ev topbarana li ser taxê were sekinandin da ku xwendekara bi rihetî perwerdehiya xwe bibînin.