Weşanxaneya Lîsê pirtûka helbestan a Mahsûm Nisêbînî, Tevna Holejînê weşand
Weşanxaneya Lîsê ya ku bi xebatên xwe yên van salên dawî yên di warê wêjeya Kurdî de ziman û wêjeya Kurdî geş dike, di çarçoveya bernameya xwe ya weşanê ya bihara 2012’an de, pirtûka helbestan a Mahsûm Nisêbînî, Tevna Holejînê weşand.
Tevna Holejînê, duyem pirtûka helbestan a Mahsûm Nisêbîniyê nivîskarê pirtûka helbestan a bi navê Jan Jariya Jînê (Swêd, 2006), 36 helbestan bi xwe digire, yên ku ji Wargeha Maxmûrê ya li Başûrê Kurdistanê bigirin heta bi Ewrûpayê, li gelek deverên ciyawaz hatine nivîsandin û her yek jê li ber dergehê helbestê kêliyeke ji wan kêliyên hewşa warê azadiyê ya Kurdbûnê û mirovahiyê vedibêje.
Mahsûm Nisêbîniyê nivîskarê Tevna Holejînê, di sala 1964’an de li gundê Çalê yê bi ser Nisêbînê ve ji dayîk bûye û bi xwe di 1978’an de beşdarî nava refên şoreşa li Kurdistanê bûye, di vê riyê de bo demekê li Tirkiyeyê di bendîxaneyan de maye, paşê çawa ku hatiye berdan, dîsa tevî nava refên şervanan bûye, paşê jî di sala 2004’an de derbasî Ewrûpayê bûye, ji wê hingê ve ye jî li Swîsreyê dijî. Ew bi xwe hê jî bi têkoşana xwe ya polîtîk berdewam e, ku hemû qonaxên vê têkoşana xwe heta niha kiriye mijarên deqên xwe yên poetîk û vê yeka xwe hê jî didomîne û li ser vê yekê jî, bi Kurdiya xweserî xwe, ku şayîşa berfirehkirina derbirrana bi Kurdî pê re heye, helbesteke xwedî zimanekî resen ava dike.
Helbest û helbestnivîsîn girîng e. Lê her wiha girîng e ku ji nava refên şoreşa Kurdistanê de dengên mîna Mahir Bagok û Mahsûm Nisêbînî, çi helbest, çi kurteçîrok, çi roman, çi lêkolîn, çi jî rexne, bi afirandina wêjeyî rabin û bibêjin:
Zindîgor
xweşiya zor tengav
li dan û standinan difûre
û spîkevok mêvandarî
malan dibin
ji guliyên hezkirinê
pelên hişk diwerin
hiş di asoyên lef û dewran de
birr bûye
û deriyê guhan ji ser zîlana zanistiyê ketiye
werin li neçariyê bibin siwal
wê keserên kelecanî
werin bihîstin
windabûn
zindîgoran dikole
jixwehezkirin xapegêr bûye
û bêhna jiyanê
di liva genî de
diçike
Tevna Holejînê ya Mahsûm Nisêbînî tevna ked, kêferat, hezkirin, şoreş û têkoşanê li dar dixe û li kelepora helbesta Kurdî ya xurt zêde dibe!
Tevna Holejînê
Mahsûm Nisêbînî
Helbest, 80 rûpel
Adar 2012
Weşanxaneya Lîs, Amed