Lîwaya Hesekê: Em Ji Bo Parastina Sûrî û Hemû Pêkhateyan Amade Ne

Fermandariya Lîwaya Hesekê ragihand, ew ji bo parastina tevahiya axa Sûrî û pêkhateyan amade ne.

Rojev Derya Welat Derya Welat Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Fermandariya Lîwaya Hesekê ku wekî Lîwaya Sêyemîn a Firqeya Duyemîn a Artêşa Sûrî hatiye avakirin, ragihand, ew ji bo parastina hemû axa Sûrî û pêkhateyên wê amade ne. Şervanên lîwayê piştî bidawîkirina dewreyeke perwerdeya leşkerî, li herêma Şamê, li sê xalên stratejîk ên li ser sînorê îdarî yê bajarê Hesekê bi cih bûn.

Li gorî nûçeya li ser çavkaniya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) hatiye weşandin, hêzên Lîwaya Hesekê li sê herêmên sereke yên wekî Girê Kewkeb, Qesirkê û Til Beyderê xalên xwe yên leşkerî ava kirine. Şervanên vê lîwayê li bajarê Nebekê yê li nêzîkî Şamê dewreyeke perwerdeyê ya 21 rojan dîtibûn ku di dawiya meha Gelawêjê de bi dawî bûbû.

Fermandarê Tabûra Çaremîn a Lîwaya Hesekê Mesûd Keleş li ser vegera wan a ji bo Hesekê diyar kir ku tevlîbûna wan a nav artêşa Sûrîî bi armanca parastina hemû pêkhateyan e û got: "Berê jî em ji bo parastina Sûrî û gelê wê amade bûn. Îro em bi fermî tevlî Artêşa Sûrî bûn û li dijî her êrîşeke navxweyî yan jî li derve amade ne. Armanca me parastina hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê ye."

Kargêrê Meydanî yê Lîwaya Hesekê Ziyad Elî jî bal kişand ser têkoşîna salên borî û got: "Ev 14 sal in me ji bo parastina ax û gelê xwe çek hilgirtiye. Îro em bi awayekî fermî bûn beşek ji Artêşa Sûrî û em ê hilgirtina çekan ji bo parastina gel û herêmên xwe bidomînin." Elî her wiha anî ziman, ew ê li seranserê erdnîgariya Sûrî erka xwe bînin cî û li ser şopa cangoriyan bimeşin.

Li gorî peymana 29'ê Rêbendanê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Veguhêz a Sûrî de, ji nava hêzên HSD'ê çar lîwa tên avakirin. Ji van çar lîwayan sê lîwa li herêma Cizîrê li Hesekê, Dêrik û Qamişloyê tên bicîkirin û lîwaya çaremîn jî dê li bajarê Kobaniyê erkdar be.

Wêne: Ronahî TV