1 deqîqe xwendin

Malbata Rojavayî di nava seqemê de dijî

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

10:15 26.12.2013

AMED (DÎHA) - Malbata Rojava ya 4 jê zarok ji 8 kesan pêk tê, ku ji ber êrîşên çeteyan ji Rojava hatin Amedê li navçeya Sûrê ya Amedê di xaniyekî xerabe de di nava sir û sermayê de dijîn.

Malbata ku ji ber êrîşên çeteyên li Rojava ji gundê xwe yê reviyan û hatin li Amedê bi cih bûn, di nava sir û seqemê de dijîn. Malbata ku 4 jê zarok ji 8 kesan pêk tê di xaniyekî xerabe yê taxa Îskenderpaşa ya Navçeya Sûrê de dijîn. Malbata ku di nava sir û seqemê de di xaniyê xerabe de hat dîtin, ji aliyê yekîneyên tenduristiyê ya Serwîza lezgîn a 112'an ve rakirin Nexweşxaenyê. Malbata ku di nava seqema di bin sifirê re 15 dereceyan qerizîbûn, bi 3 ambulansan birin serwîsên lezgin ên Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê û Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê.