4’ê Nîsanê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li hember Mayînan e. Di sala 2013’an de li herêmên şer ji sedî 46 zarokên birîndar bûn an jî jiyana xwe ji dest dan bûn mexdûrê mayînan
NAVENDA NÛÇEYAN - ANF
Li 39 welatan bi giştî 1112 zarok bûn mexdûrên mayîn an jî teqemeniyên li herêmên şer. Ji wan zarokan 333 jiyana xwe ji dest dan, 779 jî birîndar bûn.
Bi taybet zarok bûn mexdûrên mayînan. Zarokên ku mayînên biçûk an jî yên bi reng dibînın, wer dizanin ku pêlîstokên bi qîmet in. Unicef, di serî de li Ûkrayna li gelek welatan bi armanca hişyariyê dest bi kampanyayê dike.
Handikap International jî diyar kir ku zarokên dibin mexdûrên teqîna mayînan hem fîzîkî hem jî derûnî bandor dibin.
Handikap International, niha li 26 welatan bernameya li hember mayînan dimeşîne.
Berî niha bi hefteyekê Handikap International bi rêya tevna civakî li hember dijî mayînan kampanyayek da destpêkirin.