Meclîsa Domdar a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi rojevên "betalkirina parlamenteriya Hatîp Dîcle, bernedana parlamenterên girtî û pêvajoya înşakirina Xweseriya Demokratîk" li Amedê kom bû.
Hevserokên KCD'ê Aysel Tugluk û Ahmet Turk û endamên Meclîsa Domdar a KCD'ê beşdarî civîna ku li Mêvanxaneya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate lidarxistin bûn. Hate zanîn ku di civînê de rojevên "betalkirina parlamenteriya Hatîp Dîcle, bernedana parlamenterên girtî û pêvajoya înşakirina Xweseriya Demokratîk" dê bên nîqaşkirin û piştî civînê jî dê encamnameya civînê dê bê weşandin.
DÎHA
(sa)