BRUKSEL 14.11.2013 07:23:39
Ev demek bû kanala muzîka nû ya Kurdan ‘Med Muzîk’ ku weşanda testê dikir, dest bi weşana xwe ya normal kir.
Di daxuyaniya li ser navê televîzyonê hatiye kirin de, hate destnîşan kirin ku kanal Med Muzîk dê di xeteke ku ji çand û muzîka kurdî re xizmetê dike, de weşana xwe bike.
Kanala muzîkê ji frekansa uyduya Hotbîrd: 12520 , rêjeya sembolê 27500, fec ¾ dikare bê temaşekirin.