3 deqîqe xwendin

Meleyên AKP'ê li ser kar in!

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

09:43 31.01.2014 1 / 2 HASAN YOLDAŞ

WAN (DÎHA) - Hat îdîakirin ku Namzetê AKP'ê yê Şaredariya Bajarê Wanê Osman Nurî Gulaçar, bi rêya meleyan ji partiyên din xwestiye ku namzetên xwe vekişînin. Hat îdîakirin ku meleyên çûne gel Partiya Saadetê û HUDA-PAR'ê gotine, "Hûn li hember Osman xoce dengan parçe dikin. BDP partiya kufrê ye. Ji bo yekîtiya mislimanan xwe ji hilbijartinan vekişînin."

Namzetê AKP'ê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Osman Nûrî Gulaçar ê di her firsendê de BDP'ê reş dike û berî niha wek berpirsiyarê Wanê yê El Qaîdeyê hatibû girtin, vê carê meleyên diyanetê kirine dewreyê. Li ser gotina, "Divê kadroyên bawermend vî karî bi rê ve bibin" meleyên girêdayî Diyanetê ku ketine dewreyê hat gotin ku ji partiyên din dixwazin, namzetên xwe yên bajêr vekişînin û ji bo vê jî zextan li wan dikin. Tevî ku li gor rêverbernameya Serokatiya Karên Diyanetê qedexe ye ku mele beşdarî siyasetê bibin jî, ji aliyê Gulaçar ê AKP'yî birêvebirina meleyan dide xuyakirin bê AKP çawa olê dixe xizmeta xwe. Hat zanîn ku mele çûne, cem namzetên Partiya Saadetê û HUDA-PAR'ê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û ji gotine, "Hûn li hember Osman xoce dengan parçe dikin. BDP partiya kufrê ye. Ji bo yekîtiya mislimanan xwe ji hilbijartinan vekişînin."

Meleyên bi kadro di nav xebatên propaganda yên AKP'ê de ne

Yek ji wan meleyên ku vê propagandaya AKP'ê dikin, Meleyê Belediye Camîsî Rahmî Arvas e, ku di dema operasyona 17'ê Kanûnê, weaza nimêja înê de axaftinên piştgiriya hikûmeta AKP'ê kiribûn û lewma rastî nerazîbûna welatiyan hatibû. Her wiha hat ragihandin ku Meleyê Mizgefta Suleyman Han Ubeydullah Oner, Meleyê Mizgefta Sultan Menduh Abdulmecît Kayar , meleyê mizgeftê yê li navçeya Şax a Wanê û gelek meleyên girêdayî diyanetê di nav vî karê namzetê AKP'ê de ne. Hin meleyên ji rewşê aciz, diyarkirin ku Hasan Çelîk ê bavê Alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê Huseyin Çelîk, li hewşa Mizgefta Tevhîd a li Taxa Îstasyon a Wanê ji mele, wezîfedarên olî re weaz û fetwayên, "Ev doza îslamê ye. Ji bo Osman xoce dengan kom bikin" kiriye.

Dîsa derket holê ku ev mele çûne saziyên civaka sivîl û gotine, "Em li cem Osman xoce cih bigirin. Em destûr nedin dengên ji Osman xoce re biçin parçe bibin." Welatiyê ku nexwest navê xwe bide, got ku meleyên behsa wan tê kirin çûne gel partiya Saadetê û HUDA-PAR'ê.

Têkildarî mijarê ku em bi Serokê Rêxistina Partiya Saadetê ya Wanê Ozay Îlhan re axivîn, diyar kir ku ew li gor tu partiyan tevnagerin û eger AKP di parçekirina dengan de bi guman be bila bi Partiya Saadetê re bibe yek. Serokê HUDA PAR ê Wanê Rasîm Saygin jî nefermî be jî tiştên hatine axivîn piştrast kir û got ew bi biryar in, bi partiya xwe re tevlî hilbijartinan bibin.

(yş/mae)