3 deqîqe xwendin

'Mengeleyê' 12'ê Îlonê bû doktorê çeteyan

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

NAZIM DAŞTAN

DÎLOK (DÎHA) – Piştî nexweşxaneyên Dewlet ên Dîlok ên çeteyên li Rojava birîndarbûn lê dihatin dermankirin deşîfrebûn vê carê jî nexwexaneyên taybet ketin dewreyê. Nexweşxaneya Sevgî ya xwediyê wê Orhan Ozcanli yê ku di Derbeya Leşkerî ya 12'ê Îlonê de li Girtîgeha Amedê îşkence li girtiyên kurd kir û bi bernavê "Mengele" tê zanîn bû cihê çeteyan ê nû.

Nexweşxaneyên Dîlok bi nûçeyên çeteyên li Rojava û Suriyeyê li hemberî gel şer dikirin lê dihatin dermankirin hatin rojevê hêj heman kar didomînin. Di serî de nexweşxaneyên 25 Aralik, Şehîtkamîl û Nexweşxaneya Dewletê ya Ersîn Arslan gelek cete lê hatin dermankirin û ev yêk bi belgeyan hatin tesbîtkirin. Ji van nexweşxaneyan re Nexweşxaneya Sevgî ya Taybet jî lê zêdebû. Di demên dawî de çeteyên di pevçûnên di navbera DAIŞ, El Nusra û Eniya Îslamî li derdora Helepê pêk tên birîndarbûn hat zanîn ku li Nexweşxaneya Sevgî tên dermankirin. Şahidê bi navê Z.N. diyar kir ku çete bi ambulansên ayîdî nexweşxanê anîn nexweşxaneyê û nêzî 10 çeteyên birîndar anîn. Z.N. anî ziman ku gelek personelê nexweşxnaeyê ji wê qata nexweşxaneyê derxistin û wiha got: "Di 5-6'ê hezîranê de anîn. Di nava wan de kesên rûyê wan dirêj jî hebûn. Birîndarbûn. Li beşa nexweşxaneyê ya giran bi cih kirin. Pişt re min pirsî gotin 3 ji wan mirin e."

Nexweşxaneyên Dîlokê ji bo çeteyan dixebite

Z.N. da zanîn ku li hemû nexweşxaneyên Dîlokê çeteyên birîndar bûn hatin dermankirin û êdî welatî li nexweşxaneyan hînî kesên ruyê wan dirêj û bêsimbêl digerin bûn. Z.N. li gorî agahiyên ji tendûrîstvanan girtin pişt Nexweşxaneya Sevgî 10 çeteyên birîndar dermankirin, gelek çeteyên din jî anîn wir û ji ber nexweşxaneyên dewletê deşîfrebûn êdî nexweşxaneyên taybet tên bikaranîn. Z.N. bilêv kir ku çeteyên birîndar ên tînin nexweşxaneyê weke "bûyera edlî" tên qeydkirin û piştî li Ezaz û Helepê pevçûn zêdebûn çeteyên birîndar zêde tên.

Dijminê kurdan doktorê çeteyan

Xwediyê Nexweşxaneya Sevgî ya Taybet a ku tê gotin çete lê tên dermankirin jî Orhan Ozcanli ê ku di dema Darbeya 12'ê Îlonê ya Leşkerî de li Girtîgeha Amedê îşkence li girtiyên kurd kir û di nava girtiyan de Ozcanli weke "Mengele" dihate nasîn. Ozcanli qasî Esat Oktay Yildiran bi nav deng bû û Ozcanli av nedida girtiyan û îşkeceyên dijwar dikin.

(bd)