Mezlûm Ebdî bi Wezîrê Perwerdeyê û Wezîrê Xwendina Bilind re civiya

Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed li ser pêşvebirina zanîngeh û xwendina bilind bi wezîrên hikûmeta Colanî re civiyan.

Rojev Derya Welat Derya Welat Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Li gor Ronahî TV, Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Xwendina Bilind Merwan Helebî û Wezîrê Perwerdeyê Muhammed Abdulrahman Turku re civiyan.

Di civînê de riyên tevlêkirina Zanîngeha Rojava, Zanîngeha Kobanê û Zanîngeha Şerqê li sîstema fermî ya xwendina bilind a Sûrî, hatin nirxandin. Her du aliyan bal kişandin ser pêngavên girîng ên ji bo pêşvebirina qada akademîk.

Her wiha di civînê de planên avakirina zanîngehên nû li Hisiça û Reqayê hatin ravekirin. Hat ragihandin, ev hevdîtin wekî beşek ji hewldanên xurtkirina xwendina bilind û berfirehkirina derfetên perwerdeyê pêk hatine.

Wêne: Amîda Kurd / Sembolîk