09:45 16.12.2013
HEWLÊR (DÎHA)- Li gorî agahiyên dawiyê gihiştî destê me, endamên MGRK’ê wê saet di 15:00’an de li bajarê Selahedinê wê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin pêkbînin.
Enmadên Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistan (MGRK) Îlham Ehmed, Aldar Xelîl, Sînem Mihemed û Ebdulselam Ehmed dê saet di 15:00’an de li bajarê Selahedînê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevditin pêkbînin.
Tê hêvîkirin kû piştî hevdîtinên MGRK’ê bi Hukumeta Herêmê û serokatiya Herêma Kurdistanê re bidawûn wê bi Eniya Nîştîmaniya Kurd a Suriyê (ENKS) re hevdîtin pêkbinin. Çav li rê ye hevditinên MGRK û ENKS di nava du sê rojan de pêkwerin.
(wd/mae)