(Dengê Amerîka) Muqtada Sadr melayê Şîa yê Îraqê bi tundî êrîş kire ser hikûmeta Serokwezîr Nûrî el Malîkî û got komeleka gorgên tênê xwînê ku ji alîyê din yê tixûb hatine binavê Şîa û Şîatiyê hikûmî li Îraqê dikin. Sadr ku berî çend rojan biryar da dest ji siyasetê berde, roja Sêşemî di gotarekê de li ser televizyonê got, Îraqa îro bûye cihek ku ne jiyan têda ye û ne sazkarî û ne xizmetgozarî û ne ewlekarî û ne aşitî heye. Paşî nerastewxwe êrîş kire ser Serokwezîr Malîkî û got “dîktator û zordarek mezinê Îraqê ye ku dest danaye ser malimulkê welatî û talan dike û paşî serê xelkî jê dike û şerê bajaran dike û taife û tîreyên welat ji hev dike û xelkî dikirre û dilê xelk dişkîne. Herwiha got, her kesek li dijî wan rawste çi Şîa be yan Sunne yan Kurd, bi terorist û tîretîyê tawanbar dike. ” Muqtada Sadr herwiha êrîş kire ser parlemanê Îraqê û got ku parleman bê desthilate û endamên wî tenê bi dîv berjewendîyên xwe keftine. Paşî behsa giringîya pişkdariya Îraqîyan di helbijartên bên kir û ji wan xwest ku kesên dilsozên welat helbijêrin, û got ew piştîvaniyê li çi kes û alîyekî nake, lê dê pişkdarî helbijartinan bibe.
Hemû Nûçe
Li Sûrî hevsengî têk diçin: Şam di bin zexta alozî û bazaran de ye
Zextên li ser Rêveberiya Şamê, tevgerên leşkerî yên li herêmê û bazarên hêzên cî...
Komala pêşniyara PJAK'ê ya entegrasyona demokratîk red kir
Komala pêşniyara entegrasyona demokratîk a PJAK'ê red kir û got, ev model ji Kur...
Encamên Hilbijartina Îsrayîlê: Bloka Netanyahû di 53 Kursiyan de Ma
Jimartina hemû dengan li Îsrayîlê qediya; bloka Netanyahû 53 kursî, muxalefetê 4...
Ayhan Erkmen li Kartalê bi vegotina çîrokên Kurdî derket pêşberî hezkiriyên xwe
Çîrokbêj û lêkolîner Ayhan Erkmen li Kartala Stenbolê bi performansa xwe ya vego...