1 deqîqe xwendin

Mîhrîcana Ciwanan a Geverê bi dawî bû

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

COLEMÊRG (DÎHA) - "Mîhrîcana Ciwanan a Şehîd Erîş û Şehîd Andok" a ku ji aliyê Meclîsa Ciwanan a BDP'ê ya Geverê ve hate lidarxistin bi sînevîzyonê bi dawî bû.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê "Mîhrîcana Ciwanan a Şehîd Erîş û Şehîd Andok" a ku ji aliyê Meclîsa Ciwanan a BDP'ê ya Geverê ve hate lidarxistin bi sînevîzyonê bi dawî bû. Mîhrîcan di roja duyemîn de heya seat di 02.00'an de berdewam kir. Koma mizûkê ya ji Rojava hatî, Seyda Perînçek û Koma Xelîkan di şevê de cih girtin. Di mîhrîcanê de sînevîyona endamên HPG'ê Cengîz Ozek û Ramazan Yilmaz vedigot hate nîşandan û nameyên wan hatin xwendin. Mîhrîcan bi fîşekên hewayî û slogana "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

(bd)