2 deqîqe xwendin

Nameya Ocalan radestî Barzanî hat kirin

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Heyeta ji bo nameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan radestî Talabanî û Barzanî bike derbasî Başûrê Kurdistanê bû, bi Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin kir û name radestî Barzanî kir

Heyeta ji bo nameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan radestî Talabanî û Barzanî bike derbasî Başûrê Kurdistanê bû, bi Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin kir û name radestî Barzanî kir.

Heyeta ji berdevkê heyeta muzakereyê û Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, parlamentera HDP'ê ya Amedê Leyla Zana û Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koç pêk tê, duh bi Serokwezîrê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî re li Hewlêrê, bi Lîderê Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) Celal Talabanî re li Silêmaniyeyê û îro jî danê nîvro bi Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin pêk anî.

Heyetê da xuyakirin ku hevdîtin erênî derbas bûye û got, "Me silav û nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Serokê Rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî re ragihand. Di hevdîtinê de em li ser kongreya neteweyî, têkoşîna li dijî DAIŞ'ê û pêvajoya muzakereyê rawestiyan. Birêz Barzanî da xuyakirin ku hewl tê dayîn Kurd tevlî şerekî mezhebî were kirin, lê belê Kurd wê nekeve nava vî şerê mezhebî, ji ber ku li herêma Kurdistanê gelek gelên cuda dijîn, şerê mezhebî bi kêrî Kurdan nayê û bal kişandiye ser girîngiya yekîtiya Kurdan a di vê demê de."

Heyetê di hevdîtinê de ji Barzanî re ragihandiye ku di vê dema li hemberî Kurdan şer tê meşandin de pêkanîna kongreya neteweyî ji bo Kurdan gelekî girîng e û ev yek wê Kurdan bêhtir xurt bike. Heyetê diyar kir ku li ser vê nirxandinê Mesûd Barzanî ev yek destnîşan kiriye: "Li ser Kongreya Neteweyî ya Kurd, di sala 1984'an de bi Rêberê PKK'ê re hevdîtinên me çêbûn. Ji bo pêkhatina Kongreya Neteweyî ketim nava hewldanan û pêkhatina vê gelekî girîng e."