1 deqîqe xwendin

Navenda Tigrîtê hat rizgarkirin

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

ROJNEW - NAVENDA NÛÇEYAN Di encama operasyona hêzên artêşa Iraq û hevkariya balafirên ser bi hevpeymanê de navenda parêzgeha Tigrît bi temamî ji çeteyan hat paqij kirin.

Li gorî agahiyên hatîn standin parêzgeha Tigrît bi temamî ji çeteyên DAIŞ hatiye paqij kirin.

Li ser vê yekê serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî daxuyaniyek nivîskî da û got: “Hêzên parastinê yên Iraqê bi alîkariya balafirên şer yên ser bi hevpeymanê navenda parêzgeha Tigrît bi temamî kontrolkiriye û herku diçe artêşa Iraq berbi pêşve diçe.”