EFRÎN – Di konferansa Komeleya Êzdiyan a Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ku duh li Efrînê hate lidarxistin de, navê komeleyê wekî, “Komeleya Êzidiyên Rojava– Efrîn” hate guhertin. EFRIN-DAWIBONA-KONFERANSA-EZDIYAN-4
Piştî axaftina Serokê Desteya Karê Derve Silêman Cafer, Endama Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokaratîk (TEV- DEM) Ilham Ehmed û Cîgirê Serokê Desteya karûbarên Olî Feysel Hebeş, rapora nirxandina kar û xebatên komeleyê yên du salên borî hate xwendin. Her wiha rêzikmaneya komeleyê hate xwendin û li ser hin madeyên wê nîqaş hatin kirin.
Di encama nirxandinan de navê komeleyê wekî, “Komeleya Êzidiyên Rojava–Efrîn” hate guhertin. Her wiha li şuna sîstema serokatiyê hevserokatî hate pejirandin.
Piştî guhertinan ji bo rêveberiya komeleyê hilbijartin hatin çêkirin. Di encama hilbijartinan de Gulê Cafer û Bedrî Şemo bi piraniya dengan wekî hevserok hatin diyarkirin. Her wiha komîteyên perwerde, ciwan, lihevanînê, jin, ragihandin, darayî û meclîsa ruhanî hatin avakirin.
Konferans bi govend, stran û duruşmeyên “Bijî berxwedana Şengal, Cizîrê û Kobanê” bi dawî bû.
(bb/aq)
ANHA