2 deqîqe xwendin

Newroza Colemêrgê bi beşdariya deh hezaran dest pê kir

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Li Colemêrgê bi deh hezaran kes bi coşeke mezin serê sibê ber bi qada Newrozê ve herikîn. Di qada ku ji aliyê deh hezaran kesan ve veguherî keskesorê coşeke mezin heye

COLEMÊRG (DÎHA) Li Colemêrgê pîrozbahiya Newrozê ya ku bi dirûşma “Êdî bes e, ji Rêber Apo re Azadî” bi beşdariya deh hezerana bi coşeke mezin dest pê kir. Bi hezaran kes serê sibê bi cilên xwe yên gelêrî li ber avahiya DBP’ê kom bûn û bi dirûşmên “Bijî serok Apo”, “Bê serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana Kobanê” ber bi qada Newrozê ya ku li taxa Merzanê ye dest bi meşê kirin.

Girseya ku her ku zêdetir bû alên KCK, PKK’ê û YPG’ê û posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan vekirin û bi coşeke mezin ketin qadê. Di heman demê de serê sibê bi hezaran kes jî ji gundan û navçeyan hatin û endamên KESK’ê jî li ber avahiya xwe bi kortejan heya qadê meşiyan. Li aliyê din jî hemû tax bi pankartên xwe ketin qadê. Bi deh hezaran kes bi rengên kesk, sor û zer veguherandin keskesor ê.

Qada Newrozê jî bi balonên reng bi reng hatin xemilandin û wêneyen şervanên ku di Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin. Qad bi posterek mezin a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat daliqandin û dirûşma Newrozê di dikê de hat daliqandin. Her wiha li qadê pankartêku li ser “Şehîdên me rûmeta me ne” û dinivîsin û 3 siyasetmedarên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin hatin vekirin.

Di pîrozbahiya ku bi sirûda “Ey Reqîp” bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir de, ligel deh hezaran kesan, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demirtaş, parlementerênn HDP’ê yên Colemêrgê Adil Zozanî û Esat Canan, endamên PM’yê yên HDP, DBP’ê, hevşaredarên Colemêrg û navçeyên wî, Meclisa Dayikên Aştiyê, CODER û nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn.

Bi hezaran kes hê jî dirûşman bi diherikin qadê û pîrozbahî bi axaftinan berdewam dike.

(gka-sy/bd)