EKREM BEREKAT
QAMIŞLO –Nivîskar û rewşenbîrên kurd ên tevlî mîhrecana duyemîn a Çîroka Kurî bûne helwesta PDK’ê ya girtina sînor li pêşiya derbasbûna rewşenbîr û nivîskarên ji Bakur û Başûrê Kurdistanê bo Rojava şermezar kirin û got: ˮGirtina sînoran dijberiya şoreşa Rojava û Kurdayetiyê ye.ˮ
Têkildarî mijarê Endamê Komîteya Amadekar a Mîhrecanê Telal Husên diyar kir ku wan nivîskar û rewşenbîr ji Bakur û Başûrê Kurdistanê vexwendin ku beşdarî mîhrecanê bibin û got ku li ser wî esasî nivîskar û rewşenbîrên Başûr civîneke berfireh lidar xistin û got: ˮRewşenbîran bi saziya Gelawêj û hin saziyên din re ketin nava têkiliyan û bi aramanca piştgiriya şoreşa ROjava biyar dank u 15 nivîskaran bişînin da ku beşdarî mîhecanê bibin. Bi wan re jî dê Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kama Mamo Botanî jî hebû.ˮ
Husên da zanîn ku beriya Mîhrecan dest pê bike nivîskaran telefonî wan kirin û lêborîna xwe xwestin ku ji ber rayedarên PDK’ê rê ne dane wan ku ew sînorê Sêmalka derbas bikin û ji ber wê yekê nikarin derbasî Rojava bibin û wiha dom kir: ˮEv helwesta PDK’ê cihê nerazîbûna hemû rewşenbîr û nivîskarên Başûrê Kurdistanê ye.Divê li pêşiya nivîskaran sînor neyên girtin. ˮ
Husên destnîşan kir ku rayedarên PDK’ê destûr ne dan nivîksarên Bakur jî ku bêne ROjava û beşdarî mîhrecanê bibin û wiha dom kir: ˮNivîskarên Bakur gelekî hewl dan ku derbas bibin, heta 9’ê hizêranê li ser sînor man. Dema cenazeyên 10 şervanên YPG’ê derbasû Başûr hatin kurin nivskaran hewl dan derbas bibin, lê rayedarên PDK’ê car de jî rê ne dan nivîskar derbas bibin.ˮ
Di dawiya axaftina xwe de Husên helwesta PDK’ê bi tundî şermezar kir û got bela di navbera siyaset û nivîskaran de tevliheviyê ne kin.
Endama Komîteya Amadekar a Mîhrecanê Helbestvan Noşîn Bîrmanî diyar kir ku helwesta rayedarên PDK’ê cihê xemgîniya wan û hemû gelê kurd e û got ev ne mîhrecana wan ne bi partiyên siyasî ve girêdayî ye.
Nivîskar û lêkolînvan Salih Heydo derbarê mijarê de wiha got: ˮDema em dibêjin mîhrecana çîrokê, ziman û çanda kurdî têne bîra mirov. Nivîsên kurdî belê tenê di helbestan de hatibû sînrodarkirin, Nivîsandina çîrokan bi zimanê kurdî kêm bû. Mîhrecan berdewama gavên berê yên bapîrên me ye. Heger nivîskarên ji parçeyên din ên Kurdistanê beşdar bana, dê Mîhrecan daha baştirbaya, nivîskarên parçeyên Kurdistanê dê ji hev fayede kiribana. Tevî ku nivîskarên ji Bakur û Başûr nikarîbûn derbas bibin lê mîhrecan serkeftî derbas bû. ˮ
‘Yên rê nadin rewşenbîran, rê nadin Kongreya Netewî’
Heydo di berdewama axaftina xwe ev tişt anî ziman: ˮSînorên dijmin danîne ne besbûn, em dinarin îro kurd jî sînoran di nava xwe datînin, ev binpêkirineke mezine. Kesên rê li pêşiya rewşenbîran digre, di heman demê de rê li pêşiya lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê digire. Banga min ji Hikûmeta Başûrê Kurdistanê re bela sînoran li pêşiya rewşnbîr û siyasetmedarên kurd negire, bela sînoran rabikin, da ku kurd di hemû munasebetan de hevdû bibînin.ˮ
Nivîskara jina Zinarîn Diyar jî helwsta PDK’ê şermezar kir û got: ˮHelwesta PDK’ê helwesteke kilasîkî, paşverûye beranberî şoreşa Rojava ye. Pêwîste hemû gelê Başûr li dijî hewlesta PDK’ê derkeve û helwesta xwe nîşan bide.
Diyar, da zanîn ku PDK’ê heta niha derbarê Kongreya Netewî ya Kurdistanê de jî helwesteke rast û diurst nîşan ne daye û wiha dawî li axaftina xwe nanî: ˮEw na xwazin Kongreya Netewî ya Kurdistanê bê idarxistin. Nîzîkatî û hewlestên wan li dijî doza gelê kurd e.ˮ
(dc)
ANHA