Desteya çandê ya Senatoya Berlînê tevlî nivîskar Abdulkadir Musa 12 nivîskarên navnetewî yên neelamînivîs bi xelata karê wêjeyî xelat kirin.
Desteya nirxandinê ku ji heft pispor û șehrezayên wêje û hunerê pêk tê û ji hêla Senatoya Berlînê tê destnîșnkirn, ji nava 242 serlêderan nivîskar Abdulkadir Musa jî ji bo vê xelatê hilbijart.
Musa bi projeya yekemîn romana xwe ya bi navê „Hespên Sifir yên Derbeder“ bi xelata karê wêjeyî ya sala 2026 an hat xelatkirin.
Ev xelata wêjeyî ji sala 2018 ve, salane ji hêla desteya çandê ya Senatoya Berlînê ve tê pêșkêșkirin û komek ji nivîskarên navnetewî yên neelmanînivîs tên xelat kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Abdulkair Musa di sala 2018 an de jî, yek ji nivîskarên ku yekemîn car ev xelat, ji bo pirtûka xwe „Serê Penaber û Balgeha Xwenan ya Veciniqî“, heman xelat wergirtibû.
Ahenga xelatkirinê li jêr navê „Wêje bi Zimanên Berlînê 2026“, di 19. Pûșbera 2026 de, li navenda wêjeyê ya navdar lidarket û bi gotina Sekretêra beșê çandê ya Senatoya Berlinê xanim Cerstin Richter-Kotowski û rêvebirê navenda wêjeyê Literarische Colloquium Berlin birêz Dr. Florian Höllerer ve hat vekirin. Her wiha cîgirê rêvebirê navenda wêjeyê birêz Jürgen Jakob Becker jî bi gotara xwe xelatgir destnîșankirin û nivîskarê kurd Abdulkadir Musa weke nûnerê wêjeya kurdî binavkir. Di ahengê de her 12 xelatgiran beșên kurt ji berhemên xwe yê wêjeyî xwendin û pirsên pêshkêshvanan bersivandin.
Nivîskar Musa ji hêla wegêra wêjeyê û endama desteya nirxandinê xanim Tali Konas ve hat pêșkêșkirin û wî beșek ji projeromana xwe ya bi navê „Hespên Sifir yên Derbeder“ xwend û li dawiyê jî pirsên pêșkêșvanê yên di derbarê zimanê kurmancî û naveroka romanê de besivandin.
ABDULKADIR MUSA
Nivîskar, wergêr, pispor û șehrezayê koç û koçberiyê û yek ji pêșengên rêbaza afrîneriya anarșî ya wêjeyî ye. Ziman û wêjeya ferensî li zanîngeha Helebê û șêwirmendiya civakî li peymangeha bilind ASH a Berlinê xwendiye.
Xelata kar ya taybet bi wêjeya Neelmanî, ya desteya çand û Europa, 2018 û 2026 an, xelata- Radial ya fonda wegerê ya elmanî, 2021, xelata lêkolînê û wergerê ya desteya çandê ya Berlin, 2023 û xelata- Radial ya fonda wegerê ya elmanî, 2024 wergirtiye. Ew beșdarî mehrîcan, konferans û kargehên helbest û helbestwergeradinê yên cîhanî bû ye. Deqên bijarte yên helbestavanên mîna „Erich Fried, Friederike Mayröcker, Marcel Beyer, Mahmoud Darwish, Tal Nitzán, û hwd.“ ji elmanî û erebî bo kurmancî wergerandine. Nivîs û wergerên wî di antolojî û kovarên helbestê yên cîhanî de, bi kurmancî, elmanî, erebî, ferensî, ingilîzî û ibrî hatine weșandin.
BERHEMÊN NIVÎSKAR
2025 Rajeya Qira Dêwan, Marcel Beyer, werger-Kurmancî, tîr-verlag Berlin.
2022 Serê penaber û balgeha xewnan ya veciniqî, tîr-verlag Berlin.
2022 Helbestê Evînê, Erich Fried,werger-kurmancî, tîr-verlag Berlin.
2020 Antolojiya-kolajên wêjeyî û hunerî ya caw û taqîdeqan, ya projeya „Û∞- Berlîn. Afrîneriya anarşîst ya çerxa koçberiya bajarvaniyê”, Berlin.
2019 „Li derveyî baxçe li nava sêncê.“ Helbest- erebî, weșanên Dar aldarawesh- Plovdiv.
2017 Dengên helbestvanên kurd ji Rojava., Antolojî, Kurmancî-Ingilîzî, Inner Child Press, USA.
2013 Çengên te ez bi firê xistim, Helbest Kurmancî, weșanên AR, Istanbul û 2007 Semakurd, Dubai.
AMÎDAKURD / BERLÎN