AMED 15.07.2014 15:15:47
Endamên Komeleya Nivîskarên Kurd, ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Kantona Kobanê ber bi Bêrecûkê ve ketin rê.
Endamên Komeleya Nivîskarên Kurd, li hember çeteyên DAIŞ'ê ku bi hovane êrîşî Kantona Kobanê dikin, ji bo piştgirî bidin berxwedana YPG, YPJ û gel berê xwe dan konê berxwedanê ku li gundê Zarêta ya navçeya Bêrecûka Rihayê. Nivîskar li avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatin gel hev û li ser navê nivîskaran Serokê Komeleyê Mehmet Yilmaz axivî û bang li hemû Kurdan kir ku li hember komkujiya ku li Rojava pêk tê bêdeng nemînin. Yilmaz da zanîn ku heta encamê bigirin dê çalakiya xwe bidomînin.
Piştî daxuyaniyê nivîskar ber bi Bêrecûkê bİ rê ketin.