2 deqîqe xwendin

Ocalan: Bi vê qanûnê pêşî li muzakerayan vedibe

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

“Ev pêvajoya dîrokî ji vir şûnde li ser sererastkirina qanûnî meşandina wê gelek bi wate ye"

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hevdîtina ku bi heyeta HDP’ê re kiriye de got: “Ez vê pêvajoya dîrokî ji vir şûnde li ser sererastkirina qanûnî meşandina wê gelek bi wate dibînim. Sererastkirina ku tê kirin, qanûneke, ne ku bi şerkirinê bi muzakerekirinê pêşiya çareseriyê vedike ye.

Heyeta HDP’ê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Heyeta me li grava Îmraliyê bi Brêz Ocalan de civîneke 3 saetan pêk anî. Tenduristî û morelê birêz Ocalan gelek baş bû.

Di daxuyaniyê ev tişt hatin gotin:

“Ev pêvajoya dîrokî ji vir şûnde li ser sererastkirina qanûnî meşandina wê gelek bi wate dibînim. Sererastkirina ku tê kirin, qanûneke ku ne ku bi şerkirinê bi muzakerekirinê pêşiya çareseriyê vedike ye. di vê alî de rola dîrokî lîstiye. Ez qanûna ku pêşniya lihevkirina civakê vedike, di asta qanûnê bûnê de gelek girînge û bi taybet tînim ziman ku piştgiriya hemû aliyên civakê girînge û hikûmet jî divê van piştgiriyan baldar bigire. Bi derketina vê qanûnê re, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, aştiyeke mayîn de û pêşerojeke demokratîk û jiyaneke azad a li Tirkiyeyê gelek girînge.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku Ocalan di serî de ji girtiyên nexweş û hemû girtiyan re slavên taybet şandiye û wiha berdewam kir: “Der barê girtiyên nexweş de divê demildest sererastkirinên pêwist bên kirin û ev şerm ji rojeva Tirkiyê rabe.” Her wiha hat gotin ku Ocalan di nîqaşên der barê hilbijartinê serokomariyê de ji nêzve dişopîne û bi rêgezan nêzî meseleyê dibe.

Hat destnîşan kirin ku Ocalan girtiyê dide namzetekî civakê temsîl dike û di vê mijarê de got; wekê ku di rayagiştî de jî bi awayekî şaş hatiye destgirtin, ne mumkuneke ku ew di mijara tespîta nav de fezkirinê bike.

Ocalan diyar kir ku komîsyon û partî li ser krîterên ku hatine diyarkirin dê biryarê bidin û got ev gelek girînge.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî hat diyar kirin ku Ocalan di serî de ji gelê Licê, Cizîr û Silopiyê û hemû gel re slavên taybet şandiye.”