Ocalan Bersiva Guardian'ê da: Bi tenê yên min di zîndanê de digirin ji min ditirsin
Ocalan di nivîsa xwe ya rexneyî ya ji Guardian´ê re şand de diyar dike ku di sernivîsa wan a piştî mirina Nelson Mandella weşandine de, neheqî li wî û li rastiyên Tevgera Azadiya Gelê Kurd kirine.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nivîsa xwe ya ji Guardian´ê re şand de dide zanîn ku Guardian di sernivîsa xwe ya 5ê kanûna 2013an a li ser wefata Nelson Mandella de li wî û rastiyên Tevgera Azadiya Gelê Kurd neheqî kiriye. Ocalan wiha didomîne: Wesifandina ”Jê ditirsin û jêre diçine secdê”, li hemberî kesên ku li dijî koletî, komkujî û înkariyê têdikoşin û neçarî baweriya bi xwe bi tenê mane, ev helwesteka dijminahî ye.
Li gor nûçeya BBC beşa tirkî, di sernivîsa navborî de Guardiyan´ê aliyên hevpar ên Nelson Mandella ku 27 salên xwe li zîndanê derbas kir û sê serokên din, dabû ber hev. Nehru, Aung Sang Suu Kyi û Abdullah Ocalan. Di beşa derbarê Ocalan de Guardian wiha gotibû: ”Yên ku mîna terîqetekê bi dû Ocalan ketine, li şablona Mandella nakin. Ocalan kesekî ku jê tê tirsîn û jêre diçine secdê ye; Mandella kesekî ku jêre rêz tê girtin û jê tê hezkirin e”.
Ocalan di nameya xwe de dide zanîn ku ev 14 sal in li giravekê di hucreyekê de tê girtin û wiha dibêje: ”Ji bilî kesên ku min di vê girtîgehê de digirin, baweriya bi îdîaya ku ez çavkaniya tirsê me ji bi mirovan, zahmet xuya dike.
Rêberê Gelê Kurd dide zanîn ku bi milyonan kurd wî mîna kesê ku nûneriya vîna wan dike dibîne û bawerî bi hewldanên wî yên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û aştîxwaz, tîne. Ocalan wiha didomîne: ”Her çendî dikare mîna pesindanê bê dîtin jî, lê di navbera min û Mandella de ji nakokiyan bêtir paralelî hene.”
Ocalan di nivîsa xwe ya ji Guardian´ê re şandiye de diyar dike ku gelê Başûrê Afrîkayê bi dil û can ji girêdana Mandella ya ji aştiyê, bawer dikir û Nelson Mandella têkoşîna li dijî rejîma nîjadperest, bi van wesfên xwe yên rêbertiyê bi ser xist.
Ocalan di dawiya nameya xwe de dide zanîn ku di kar û xebatên diyarkirina pêşeroja tevgerên gelan de diyardeyên bazarî û têkoşîn, du pêvajoyên grîng in. Di van pêvajoyan de jî, rêberên ku gel jê ditirse na, lê rêberên ku baweriya gelê xwe girtine dikarin rê vekin.
Werger: Amîda Kurd