Kampanya Îmzeyan a Rêxistina Efûya Navneteweyî ya ji bo siyasetmedara kurd Saman Naseem ku dê di 19'ê Sibatê de li Îranê bê darvekirin berdewam dike
STENBOL (DÎHA) - Kampanya Îmzeyan a Rêxistina Efûya Navneteweyî ya ji bo siyasetmedara kurd Saman Naseem ku dê di 19'ê Sibatê de li Îranê bê darvekirin berdewam dike. Li Tirkiyeyê jî parazvanên mafên mirovan piştgirî dan kampanyayê û diyar kirin ku darvekirin Naseem nayê qebûl kirin û darvekirin qetilkirin e. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Abdulbaki Boga xwest Konseya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî bi lezgîn biryarekê bidin û rê li pêş darvekirinê bigirin.
Dewleta Îranê her dem bi darvekirina siyasetmedarên kurd dikeve rojeva cîhanê. Rejîma Îslamî ya Îran par der barê 59 siyasetmedarên kurd ên girtî de biryara darvekirinê da. Niha jî bi biryara darvekirina siyasetmedara kurd Saman Naseem ku endama PJAK'ê ye ket rojevê. Rejîma Îranê biryar da ku Naseen di 19'ê Sibatê de darve bike. Rejîma Îranê bi îdîaya "Dijminê xwedê ye", "Li Cîhanê bê since" û "Li dijî muhafizên şoreşa Îranê çalakiya çekdarî pêk aniye" girt û biryara darvekirinê da. Rejîma Îranê biryar da ku Naseen di 19'ê Sibatê de darve bike. Li hemberî vê yekê Rêxistina Efûya Neteweyî kampanya îmzeyan da dastpêkirin. Li ser vê kampanyayê ÎHD'ê û MAZLUMDER'ê piştgirî dan kampanyayê.
'Divê Îran li gorî peymana mafên mirovan tevbigere'
Koordînatora Aktîvîzm û Kampanyayê ya Şaxa Rêxistina Efûya Neteweyî ya Tirkiyeyê Ece Mîllî bang li Îranê kir ku ev cezayê darvekirinê bi lezgîn rake. Mîllî xwest her kes li hemberî ev cezayê darvekirinê dengê xwe bilind bike û her kes ji bo siyasetmedar Naseem bi lezgîn+i têkevin nava çalakiyan. Mîllî destnîşan kir ku li ser malpera navnîşana "acileylem.org.tr" kampanya îmzeyan hatiye destpêkirin û xwest her kes bi riya vê navnîşanê û faksan tevli kampanya îmzeyan bibin û rê li pêş darvekirinê bigirin.
Mîllî da zanîn ku darvekirin û înfaza zarokan li dijî Peymana Navneteweyî ya Mafên Siyasî û Tekakesî û li dijî peymana mafên zarokan e.
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Abdulbaki Boga jî ceza şermezar kir û xwest Dewleta Îranê bi lezgînî cezayê darvekirinê betal bike. Boga bal kişand ser peymana Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê û wiha got: "Êdî divê cezayên darvekirinê bê rakirin. Niha li cîhanê 25 hezar girtî li rastî cezayê darvekirinê hatine û li benda darvekirinê ne. Ev yek nayê qebûl kirin û divê bi lezgînî ev ceza bê betalkirin." Boga bal kişand ser darvekirina siyasetmedarên kurd û bal kişand ser pêvajoya 12'ê Îlonê ya li Tirkiyeyê. Boga destnîşan kir ku çawa li Tirkiyeyê temenê zarokan mezin dikirin û ceza dikirin, niha rejîma Îranê jî serî li heman rê û rêbazê dide. Boga anî ziman ku temenê Erdal Eren mezin kirin û darvekirin û niha dixwazin Naseem ya hêj 17 salî bû hat binçavkirin û piştî îşkenceyên giran rastî cezayê darvekirinê hat dixwazin darve bikin. Boga anî ziman ku piştgiriyê didin kampanya Îmzeyan a Rêxistina Efûya Navneteweyî û bang li hemû welatên cîhanê kir ku li dijî darvekirinan helwesta xwe nîşan bidin.
Parêzerê MAZLUMDER'ê Abdulhalim Yilmaz jî li dijî cezayê darvekirinê bertekên xwe anî ziman û xwest dewleta Îranê bi lezgînî cezayê darvekirinê betal bike. Yilmaz da zanîn ku hêj li welatên wekî Îran, Çîn, ABD, Irak, Misir, Koreya Bakur û Japonya cezayê darvekirinê heye weha got: "Darvekirinên ku ji ber sedemên siyasî qetilkirine û ev ceza nayê qebûlkirin. Siyasetmedara kurd Naseem di bin îşkenceya giran de îfade daye. Lê dadgehê ev rewş li ber çavan negirt û cezayê darvekirinê lê birî. Ev ceza bi tu awayî nayê qebûl kirin. Divê her kes li hemberî cezayê darvekirinê helwesta xwe nîşan bide û Rejîma Dewleta Îranê cezayê darvekirinê betal bike."
(mae)