KADRÎ OZKAN/ROJDA KORKMAZ
KOBANÊ (DÎHA) - Parlamenterê PDK'ê Muhammed Alî Yasîn ê ku di nav heyeta ji başûrê Kurdistanê hatin û Kobanê ziyaret kirin balkişand ser têkoşîna HPG/YJA Star a li başûrê Kurdistanê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê û wiha got: "Ne tenê li Kobanê li Şengal, Kerkûk û Mexmûrê têkoşîna kurdan bi hev re dayî girîng e. Hêzên gerîla û pêşmergeyan kurd û Kurdistanê diparêzin. Çawa îro pêşmerge li Kobanê li mala xwe ne gerîla jî li başûr wisa li mala xwe ne."
Heyeta ji 8 parlameterên Rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistanê pêk dihat piştî Kobanê bi berxwedanekî dîrokî hate azadkirin, Kobanê ziyaret kirin û di çarçoveya jinûve avakirinê lêkolîn kirin. Heyetê bi armanca serkeftina Kobanê silav bikin û tevkariyê bidin pêvajoya jinûve înaşkirinê bi rêveberiya kantonê re hevdîtin kirin. Parlamenterê PDK'ê Muhammed Alî Yasîn ê ku di nava heyetê de cih digirt têkildarî têkoşîna gerîlayên HPG'ê yên li başûrê Kurdistanê û Kongreya Neteweyî ya Kurd a ku demek dirêj tê plankirin pêk bê ji ajansa me re axivî.
'Pêşmerge û gerîla Kurdistanê diparêzin'
Yasîn diyar kir ku piştî êrîşên çeteyan li hemberî Kobanê dest pê kirin bi biryara Rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistanê hêzên pêşmergeyan şandin Kobanê û wiha got: "Piştî êrîş li hemberî Kobanê dest pê kirin rêveberiya Kurdistanê biryara bi birayên xwe re li hemberî çeteyan têkoşînê bikin girtin û hêzên pêşmergeyan şandin vir." Yasîn anî ziman ku Kobanêya ji çeteyan hatiye paqijkirin zirarekî mezin ditîye û êdî dem dema pêvajoya înşayê ye û wiha axivî: "Îro Kobanê azad bû. Ya niha û şûnde ya girîng înşaya Kobanê ye. Li Kobanê şerekî mezin hat jiyîn û bajar xirabûye. Rêveberiya Kurdistanê çawa di parastina bajar de tevlî têkoşînê bû ji bo înşayê jî ya ji destê wê bê dê bike." Yasîn balkişand ser girîngiya têkoşîna hêzên pêşmerge û gerîlayên HPG, YPG û YPJ'ê ya bi hev re û wiha axivî: "Tenê li Kobanê na li Şengal, Kerkûk û Mexmûrê têkoşîna kurdan bi hev re dayî girîng e. Hêzên gerîla û pêşmergeyan kurd û Kurdistanê diparêzin."
'Têkoşîna hevpar ji bo kongreya neteweyî re bû xîmek'
Yasîn da zanîn ku hêzên HPG'ê li başûrê Kurdistanê li hemberî çeteyan têkoşîn meşandin û wiha pê de çû: "Îro çawa pêşmerge li Kobanê li mala xwe ne gerîla jî li başûr li mala xwe ne. Tu kes li cihekî cuda nîn e. Em hemû li mala xwe ne. Em malên xwe ji çeteyan diparêzin." Yasîn destnîşan kir ku têkoşîna bi hev re ya li hemberî çeteyan hat meşandin ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurd ku demek dirêje plansaziya wê tê kirin pêk bê xîmek pêk anî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Têkoşîna bi hev re ya li hemberî DAIŞ'ê hatî yaîn ji bo kongreya neteweyî bû formek. Hêvîm dikim ev yekîtî dê ji kongreya neteweyî re bibe xîm. Li vir banga me yekîtiya kurdan e."
(bd/wk)