Parlamenterên Komel û Tevgera Goran ber bi Qendîlê ve diçin

“Em niha ber bi gundê Zergelê ve diçin. Bêdengiya li hemberî êrişan, xiyanete.”

Nûçe Amîda Kurd Amîda Kurd Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamenterên Tevgera Goran û Komela Îslamî ya Kurdistanê ber bi gundê Zergele yê Qendîlê ku îro ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyê ve hatine bombebaran kirin ve çûn.

Parlamenterê Komela Îslamî û serokê komîteya mafê mirov li parlamentoya Herêma Kurdistanê êrişa balafirên Tirkiyê şermezar kir û ji RojNewsê re wiha got: “Em niha ber bi gundê Zergelê ve diçin. Bêdengiya li hemberî êrişan, xiyanete.”