2 deqîqe xwendin

Partiya Çep a Swêd: Pêwîst e HDP bendê hilweşîne

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Berdevkê Polîtîkaya Derve ya Partiya Çep a Swêd Hans Lînde, got ku benda ji sedî 10 a li Tirkiyeyê ji bo Kurd û sosyalîst nekevin meclîsê hatiye danîn, ji bo serketina pêvajoya aştiyê û demokrasî pêş were pêwîst HDP bendê hilweşîne

STOCKHOLM - MURAT KUSEYRÎ - ANF Berdevkê Polîtîkaya Derve ya Partiya Çep a Swêd Hans Lînde, got ku benda ji sedî 10 a li Tirkiyeyê ji bo Kurd û sosyalîst nekevin meclîsê hatiye danîn, ji bo serketina pêvajoya aştiyê û demokrasî pêş were pêwîst HDP bendê hilweşîne.

Berdevkê Polîtîkaya Derve û Parlamenterê Partiya Çep Hans Lîndê yê têkildarî hilbijartinê 7’ê Hezîranê me serî li nêrînên wî dan, got ku divê di hevdîtinên di navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê de mirov mijara benda ji sedî 10, bîne rojevê û heta ev pêk neyê divê Tirkiye nekin endamê Yekîtiya Ewropayê.

Lînde diyar kir ku li welatên Ewropayê benda hilbijartinê ji sedî 3-5 e û li Tirkiyeyê bi benda ji sedî 10 tê astengkirin ku beşên cuda di meclîsê de îradeya xwe nîşan bidin.

Li ser pirsa eger HDP bendê derbas neke wê rê li ber pirsgirêkên çawa vebe Lînde got: “Eger HDP ji ber benda ji sedî 10 li derveyî parlamentoyê bimîne wê bertekên gelê Kurd û çepa Tirkiyeyê zêde bibin. Wê wer bê fêmkirin ku ti wateya mirov di nav pergala parlamenter de bixebite nîne. Ji bo têkoşîna polîtîk wê meylên cuda pêş bikevin. Ketina meclîsê ya HDP’ê ji bo berjewendiyên Tirkiyeyê ye.”

Lînde got ku pir girîngiyê didin mijara ji derveyî Kurd û sosyalîstan Ermenî, Suryanî, Roman, Çerkez û ji etnîkên cuda namzet di nav HDP’ê de hene û wê ev mafê kêmaran bihêz bike.

Li ser pirsa ji bo piştgirîdayîna HDP’ê hûn hewl didin çi bikin Lînde got: “Em niha amadekariyan dikin ku çavdêran bişînin” û wiha dewam kir: “Hem ji bo tevkariya ji demokratîkbûnaTirkiyeyê û piştgirîdayîna HDP’ê re em ê di hilbijartinan de li Tirkiyeyê bin. Em piştgiriyê didin pêkhateyeke ku çepa Tirk û Kurd di nav de ne. Timî bi HDP’ê re têkiliyên me yên baş çêbûn. Em bi hêvî ne wê HDP benda ji sedî 10 derbas bike.”