NAVENDA NÛÇEYAN - ROJNEWS
Şanda jinên kampa Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku dixwestin ligel jinên Rojava, 8’ê Adarê pîroz bikin li sînorê Sêmalka ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin rawestandin.
Şanda Meclisa Îştar a Kampa Şehîd Rûstem Cûdî ku ji 13 jinan pêk tê, li ser sînorê Sêmalka yê navbera başûr û rojavayê Kurdistanê de ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hat rawestandin. Şanda Meclisa Îştar roja 6’ê Adarê ji bo pîrozbahiyên 8’ê Adarê ketin ser rê, tevî ku destûr jî wergirtine; bi awayek keyfî û bêyî ti sedmek were nîşandan, li ser sînor tên rawestandin.
Endama şandê û hevseroka şaredariya Kampa Şehîd Rûstem Cûdî Bermal Colemêrg di vê derbarê de ji RojNewsê re axivî û wiha got: “Ji duh ve em li ber sermayê ne. Ev nêzîkatiyekî keyfî ye. Em bi telefonê li kesên peywendîdar digerin, bersiva telefonên me nadin. Ger di demekî kurt de bi awayekî fermî bersiv nedin û destûrê nedin ku em derbasî Rojava bibin, emê helwestekî cûdatir nîşan bidin.”
RojNewsê xwest ku bi rêya telefonê derbarê rawestandina şanda jinan de agahdarî ji berpirsê dergehê Sêmalka li aliyê başûrê Kurdistanê Şewket Berbiharî werbigire, lê ti bersivek neda û herî dawî telefona xwe girt.
(mo)