KOBANÊ - ANF
Li Kobanê, ku rastî êrîşên giran ên çeteyên DAIŞ'ê tê, di navbera çeteyan û hêzên YPG/YPJ'ê de li rojhilatê bajêr pevçûn dewam dikin. Hat ragihandin ku di şer û pevçûnên tevahiya şevê de hejmarek zêde çete hatine kuştin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, pevçûnên duh êvarê li eniya rojhilat destpê kirin, tevahiya şevê dewam kirin. Şer li qada ewlekariyê û herêma pîşeyî giran e û li hemberî çeteyên hewl didin bi çekên giran bi pêş ve biçin, gerîlayên YPG/YPJ'ê çalakiyan lidar dixin. Hat ragihandin ku di van çalakiyan de gelek çete hatine kuştin.
Çeteyên DAIŞ'ê her wiha êrîşên xwe yên bi hawanan ên li hemberî deriyê sînor û derdora wê dewam dikin. Hemû êrîşên DAIŞ'ê yên li vê derê jî, ji aliyê şervanan ve hatin astengkirin.
Di nava şevê de, koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê jî li hin nuqteyên çeteyan dan. Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin ku balafiran herî kêm 6 caran êrîş kirine û ev êrîş bi bandor bûne.
Der barê pevçûnan û encamên wan ên zelal de, tê payîn ku YPG di saetên pêş de daxuyaniyekê bide.