Pirtûka Eşref Keydanî ya bi navê “Pirsên Rêzimana Kurmancî (Tûrikê Pirsan)” Ji nava Weşanên Belkiyê derket. Di pirtûkê de li gorî hemû mijarên rêzimanê bi giştî “1000” pirs hatine amadekirin. Ji aliyê teşeyî ve pirs bi awayên cuda cuda hatine amadekirin. Di pirtûkê de bi giştî “77” heft test hene. Li gorî mijaran hejmara pirsan diguhere. Di pirtûka “Pirsên Rêzimana Kurmancî” de wêjeya Kurdî jî nehatiye jibîrkirin û li ser wê jî test hatine amadekirin. Taybetmendiya vê pirtûkê ew e ku di warê rêzimanê de cara yekemîn e ku bi awayekî berfireh û pirralî pirtûkeke pirsan hatiye amadekirin. Armanca vê pirtûkê ew e ku xwendevan dema ku li ser mijarên rêzimanê xebitîn, di vî warî de bi pirsan zanîna xwe xurttir bikin. Eşref Keydanî bi salan e ku li Kurdî-Der’a Amedê dersên “Rêzimana Kurmancî” dide û di warê perwerdehiyê de pirtûên dersan amade dike. Eşref Keydanî, Pirsên Rêzimana Kurmancî(Tûrikê Pirsan), Weşanên Belkiyê, 214 rpl. 20 tl. Weşanxaneya Belkiyê: [email protected], tlf: 0412 224 47 72
Hemû Nûçe
Li Sûrî hevsengî têk diçin: Şam di bin zexta alozî û bazaran de ye
Zextên li ser Rêveberiya Şamê, tevgerên leşkerî yên li herêmê û bazarên hêzên cî...
Komala pêşniyara PJAK'ê ya entegrasyona demokratîk red kir
Komala pêşniyara entegrasyona demokratîk a PJAK'ê red kir û got, ev model ji Kur...
Encamên Hilbijartina Îsrayîlê: Bloka Netanyahû di 53 Kursiyan de Ma
Jimartina hemû dengan li Îsrayîlê qediya; bloka Netanyahû 53 kursî, muxalefetê 4...
Ayhan Erkmen li Kartalê bi vegotina çîrokên Kurdî derket pêşberî hezkiriyên xwe
Çîrokbêj û lêkolîner Ayhan Erkmen li Kartala Stenbolê bi performansa xwe ya vego...