1 deqîqe xwendin

Piştî PDK’ê Tirkmen û Xiristiyan jî civînê boykot dikin

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

HANA AZAD / HEWLÊR

Biryare îro komîteya yasayî ya parlamentoya Herêma Kurdistanê li ser nivîsîna rapora yasayî ya serokatiya Herêma Kurdistanê bicive.

Ji bilî endamên PDK’ê yên endamên wê komîteyê, endama lîsteya Pêşketin a Tirkmenan jî beşdarî civînê nabe.

PDK’ê xwediyê 3 endamên komîteya yasayî ya parlamentoyê ye û di heman demê de serokatiya wê dike. YNK 3 û Tevgera Goran jî 2 endamên wê hene. Yekigrtûya Îslamî endamek, Pêşketina Tirkmenan endamek û Xiristiyanan jî endamek heye.

Endama lîsta yasayî ya li ser lîsta Pêşketin a Tirkmenan Munî Nebî derbarê civînê de ji RojNewsê re wiha got: “Ji ber civîna îro binpêkirina rêziknameya navxwe ya parlamentoyê ye, PDK û Tirkmen beşdarî vê civînê nabin.”

Herwiha li gor agahdariyên RojNewsê, endama lîsta Rafîdeyn a Xiristiyanan Lîna Erzya jî tevlî civînê nabe. Bi vî awayî civîn wê bi 6 endaman berdewam bike.

(kr/rn)