1 deqîqe xwendin

Piştî êrîşa çekdarî agir derket

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

AMED (DÎHA) – Piştî li dijî Midûriyeta Polîsan a Hênê êrîşa bi roket pêk hat, di avahiya Midûriyeta Polisan de şewat derket. Hate zanîn ku di avahiyê de kesên birîndar û mirî tune ne.

Li navçeya Hênê ya Amedê saet di 20.45'an de li dijî Midûriyeta Polîsan a Hênê êrîşa bi roket û çekên lûledirêj pek hat. Piştî êrîşa bi roket û çekan pevçûn derket. Hate zanîn ku di êrîşê de 2 guleyên roketê li avahiyê ketine û piştî êrîşê di avahiye de şewat derket. Şewata di avahiyê de derket piştî demek kin hate vemirandin. Hate hînbûn ku di bûyerê de kesên birindar û mirî tune ye. Piştî bûyerê gelek polîs û leşker sewqî navçeyê hatin kirin û li navçeyê operasyonek berfireh hate destpêkirin.

(mae)