Dozgerê Komarê yê Wanê Durmuş Yîgît di îdîanameyê
de ji bo ajansa me gotina "ajansa girêdayî rêxistinê" û nûçegîhana ajansa
me Hamdiye Çîftçî jî gotina "endama rêxistinê" bikar anî. Dozger,
dîmenên ku di 2008'an de li Colemêrgê dema milê zarokê bi navê Cuneyt
Ertuş hate şikandin, hatin kişandin jî wekî amûra sûc dît.
Li Colemêrgê di 9'ê hezîrana 2010'an de polîsan bi ser gelek malan de
girt û ligel nûçegîhana me Hamdiye Çîftçî, Hevserokê Rêxistina BDP'ê
ya Colemêrgê M. Sıddık Akiş, Berîvan Akboga, xebatkarê navendî yê
BDP'ê Îzzet Belge, Bakî Ozboganli, Faruk Yildiz, Serokê Rêxistina
BDP'e yê Navçeya Navendî Seyîthan Şahîn, Endamê Meclîsa Şaredariyê
Tahîr Koç, Serokê DTP'a Colemêrgê yê berê Hivzullah Kansu, Nûnerê
MEYADER'ê Mîkaîl Atan, Rêvebera BDP'ê Husna Sagin, Fatma
Duman, Emrullah Ozturk, Kadriye Îlbaş û Bahattin Kaya hatibûn girtin.
Îdîanameya der barê wan de hate amadekirin ji aliyê 3'emîn Dadgeha
Cezayên Giran a Wanê ve hate qebûlkirin. Îdîanameya ku ji 840 rûpelan
pêk tê ji îdîayên balkêş û sosret pêk tên. Hemû daxuyaniyên BDP'ê wekî
sûc hatiye dîtin. Her wiha ajansa me jî wekî "Ajansa girêdayî rêxistinê"
hatiye tawanbarkirin.
Dozger Drumuş Yîgît, di îdîanameyê de der barê nûçegîhana me Çîftçî
de hemû hevdîtinên bu buroyê re li ser nûçeyan kirine û hemû hevdîtinên
li ser nûçeyan bi çavkaniyên xwe re kirine wekî "xebatên endamtiya
rêxistinê" nirxandiye. Ji bo ajansê jî wekî "ajansa girêdayî rêxistinê"
nirxandiye. Her ku navê Çîftçî di îdîanameyê de derbas dibe bi gotina
"Xebatkara DÎHA'ya girêdayî rêxistinê Hamdîye Çîftçî" hatiye
nivîsandin. Dozger Yîgît di îdîanameya ku bi berfirehî dîroka PKK'ê
nivîsandiye, ji destpêka avakirina PKK'ê heta îro bi berfirehî vegotiye û
tekilî bi doza 15 kesan re danîye.
Dozger dîmenên îşkeceya li Cuneyt Ertuş hate kirin wekî sûc dît
Dozger Yigît, her wiha dîmenên îşkenceya ku li Cuneyt Ertuş ê di
2008'an de li Colemêrge rastî îşkenceya polîsan hat û ji aliyê hemû
çapemeniyê ve li cîhanê hate belavkirin jî wekî dîmenên "bêkok" nirxand.
Dozger, dîmenên şikandina destê Ertûş ku li mala Çîftî hatin dîtin, wekî
hêyama sûc nirxand. Dozger di îdîanameyê de wiha got: "Li mala
Hamdîye Çîftçî lêgerîn hate kirin. Di lêgerînê de dîmenên aydî 22'ê adara
2008'an ku di çalakiya Newrozê de tê gotin ku milê Cuneyt Ertuş ji aliyê
polîsan ve hatiye şikandin, li çapemeniyê hatiye belav kirin. Hate
çespandin ku ev dîmen ji aliyê xebatkara Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê
Hamdiye Çîftçî ve hatiye kişandin û bê kok e. Dîsa dîmenên endamên
ciwanên BDP'ê û hevdîtinên bi PKK'ê re hatine kirin hatine desteserkirin."
Dozger Yîgît, dîsa beşdarbûna Çîftçî ya bi Roj TV re jî wekî sûc
nirxandiye. Her wiha dîsa beşdariya Serokê Rêxistina DTP'a Colemêrgê
yê berê Hifzullah Kansu ya Roj TV'î ku gotibû "Hemû zozanên
Colemêrgê bûne girtîgeha vekirî" jî wekî sûc nirxand. Yigît, avahiya
BDP'ê ya Colemêrgê jî wekî rêxistina girêdayî PKK/KONGRA-GEL
nirxand.
(mae/lg)