1 deqîqe xwendin

Polîsê îşkencekar bi 6 meh ceza hat xelatkirin!

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

10:14 30.01.2014 WAN (DÎHA) - Li Colemêrgê zarokê 16 salî Seyfullah Turan di 23'ê Nisana 2009'an de rastî lêdana tîmê taybet hatibû. Tîme taybet bi armanca kuştinê li Turan dabû û ew kiribû komayê. Polîsê bi navê Bahadır Turan rastî 6 meh û 7 roj cezayê girtîgehê hat.

Li Colemêrgê di 23'ê Nîsana 2009'an de piştî DTP hat girtin çalakî hatibûn lidarxistin. Di çalakiyan de Seyfullah Turan ê 16 salî rastî lêdana tîmê taybet hatibû. Tîmê taybet bi kontara çekê li serê Turan xistibû û ew xistibû komayê. Ev dîmenên lêdan polîs Bahadır Turan gelekî di rojevê de ma. Heyeta dadgehê der bare Bahadir Turna de 6 meh û 7 roj cezayê girtîgehê birî. Rûniştina doza polîs li 3'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Îspartayê hat dîtin. Heyetê bi sedema polîs parastina rewa kiriye cezayê dihat xwestin red kir û tenê 6 meh û 7 roj cezayê girtîgehê birî.

Heyetê cezayê li polîs birî jî bi sedemaku kêmî 2 salan e ceza taloq kir.

(mae)