1 deqîqe xwendin

Provokasyonên AKP'ê li Norşînê didomin

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

29 Gulan

BEDLÎS (DÎHA) - Li Norşînê 3 roj ji bo hilbijartinê ma û AKP dixwaze bi destê polîsan provokasyonê pêk bîne.

Li navçeya Norşînê ya Bedlîsê berî hilbijartina 1'ê hezîranê AKP'iyê şevê bi hêzên çewîk, polîsên sivîl û wezayîtên zirxî xebatên hilbijartinê dike hem rageşiyê pêk tîne û hem jî bingeha provokasyonan pêk tîne. Li taxa Erentepe ya navçeyê AKP'î li dijî ciwanên BDP'ê yên li dijî lîstikên AKP'ê derdikevin bi dehan wesayîtên zirxî xistin kolanê û piştî komekî ciwanan li dijî kontrolên polîsan a nasnayan derketin rageşî derket. Piştî ciwanan got ew nasnameyên xwe nadin rageşî mezin bû Parlementerê HDP'ê yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglu û rêveberên BDP'ê hatin tax. Piştî hewildanan polîsan dest ji kontrola nasnameyan berda û ji tax derketin.

Hate zanîn ku welatiyê BDP'î yê şevê din li taxa Şîrîntepe bi wesayîta xwe digeriya rastî êrîşa AKP'iyan hat.

(bd)