Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) komkujiya li Pirsûsê şermear kir û bang li Tirkiyê kir ku dest ji kiryarên xwe yên piştgiriya çeteyên DAIŞ’ê berde û beşdarî hevpeymana navneteweyî ya li dijî terorê bibe
NAVENDA NÛÇEYAN - ANF
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) komkujiya li Pirsûsê şermear kir û bang li Tirkiyê kir ku dest ji kiryarên xwe yên piştgiriya çeteyên DAIŞ’ê berde û beşdarî hevpeymana navneteweyî ya li dijî terorê bibe.
Daxuyaniya PYD’ê wiha ye:
"Li Navenda Çand û Hunerê ya Amara ya li Pirsûsê ku li beranberî Kobaniyê ye, komkujî pêk hat. Di komkujiyê de endamên komeleyên ciwanan ên ji bajarê Stenbolê berê xwe dabûn Pirsûsê, da ku ji wir berê xwe bidin Kobanê û beşdarî xebatên ji nû ve avakirina Kobanê bibin. Bi vê yekê re piştgiriya xwe ya bi şoreşa Rojava re nîşan bidin. Ciwan wê beşdarî xebatên avakirina Kobanê ku rastî êrîşên komên çete û terorîst hat û hîn tê bibûna. Ciwanan diyarî ji bo zarokên Kobanê yên sêwî bi xwe re anî bûn. Êrîşkaran destketiyên hêzên YPG/YPJ’ê û hemû hêzên piştgiriya wan kirin ku bi alîkariya civaka navneteweyî pêk hat tehmul ne kirin, ji ber vê yekê êrîşkarên li derveyî nirxên mirovahiyê êrîş pêk anîn.
Em wekî PYD’ê, me gelek caran bang li Hikûmeta Tirkiyeyê kirin ku beramberî Kobanê berpirsyariyên xwe pêk bîne û sînorê xwe li pêşiya komên çete terorîst bigire. Lê hikûmeta Tirkiyeyê her dem di kiryarên xwe berdewam kir û tevî hemû bangan dest ji kiryarên xwe berneda. Her tim li aliyê şaş cihê xwe girt.
Em komkujiya hovane ya li dijî nirxên mirovahiyê şermezar dikin, em sersaxiyê ji rêxistinên Yekîtiya Ciwanên Şoreşger û malbatên Şehîdan re dixwazin, careke din em bang li Tirkiyeyê dikin da ku bi awayakî yekser beşdarî xebatên li dijî terorê sînoran nasnakin bibin. Em bang li Tirkiyeyê dikin ku bi rastî beşdarî hevpeymana navdewletî ya li dijî terorê bibin."