ROJNEWS - ARÊZ GERMİYANÎ
CELEWLA - Asayîş û pêşmergeyên Herêma Kurdistanê çûyînhatina navçeya Tebic ya dikeve sînorê Celewla û Qeretepe qedexe kir.
Rêveberê asayîşa Celewla Hejar Îbrahîm di vê derbarê de ji RojNewsê re axivî û wiha got: “Navçeya Tebic deştek berfirehe û dikeve sînorê bajarokê Celewla û Qeretepe. Destpêkê ev navçeye ji bo çeteyan cihekî serekî bû û çeteyan ji wê derê komên terorîst amade dikir. Ji wê derê jî vediguhestin Celewla, Seediye û Qeretepe. Ji bo vê yekê hemahengiya di navbera hêzên pêşmergeyan de çûyînhatina ji bo wê navçeyê hatiye qedexekirin.”
Îbrahîm got ku ji nihave deşta Tebic wek navçeyekî qedexekirî hatiye binavkirin û herkesê ku li wê derê bê dîtin wê were girtin. Îbrahîm diyar kir ku ji ber niha li wê navçeyê tu mal nîne, ji bo wê herkesê ku bêyî agahdariya asayîşê biçe wê navçeyê wê were girtin.
Rêveberê asayîşa Celewla Hejar Îbrahîm destnîşan kir ku li wan navçeyan hemahengiyek heye û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Di navbera pêşmerge û asayîşê de hemahengiyek baş heye, arîkariya hev dikin. Li gorî zanyariyên ketine destê me hê jî tevgera çeteyan li wan deran heye.”