SİNAN DENİZ/ŞENGAL
Pêşmergeyê berê yê Êzidî û kalê 60 salî diyarkirin ku ger Êzidi bi xwe, xwe neparêzin kes wan naparêze û divê Êzidî tevlî nava refên YBŞ’ê bibin û mezin bikin. Pêşmergeyê berê ku niha tevlî YBŞ’ê bûyî jî wiha got: “Ez bawer nakim piştî vê fermanê baweriya Êzdiyan bi tu kesê bê, ev bi sedan sale em tên xapandin. Ger em berxwedanê nekin û xwe neparêzin em jiyan nakin.”
Çeteyên DAIŞ 3’ê Tebaxa 2014’an ketin Şengalê û komkujî bi serê Êzidiyan de anîn. Çeteyan di nav de jin û zarok jî bi sedan kes qetilkirin û bi hezaran kes revandin. Li hemberî vê yekê li çiyayê Şengalê hêzên gerîla û YPG’ê bi vekirina korîdorekê welatiyên li çiyayê Şengalê asê mayîn parastin û derbasî cihên bi ewle kirin. Piştî demekê li Şengalê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) hat avakirin. Li ser vê yekê pêşmergeyê berê yê Herêma Kurdistan Dilbixwîn Qeyranî û kalê 60 salî Xudêda Borik ji RojNewsê re axivîn.
Bavê 4 zarokane
Dilbixwîn Qeyranî diyar kir ku wan runiştina di kampan de ji bo xwe ne pejirand û tevlî nava YBŞ’ê bû. Qeyranî wiha axivî: “Ez bavê çar zarokanim û hatim tevlî berxwedana YBŞ’ê bûm. Ez weke Êzidiyek tevlî bûm, ji bo ez ax û welatê xwe bi parêzim. Ev bi sedan sale em tên xapandin û êdî em dixwazin xwe bi xwe, xwe rêve bibin û bi parêzin. Em dixwazin YBŞ’e mezin bibe, ger em li ber xwe nedin kes ji me jiyan nake. Em dixwazin hemû Êzdî tevlî YBŞ’ê bibin. Ez bawer nakim piştî vê fermanê baweriya Êzidiyan bi kesê were, ji ber ku me dît 3’ê Tebaxê çi bi serê me hat.”
Min 9 sal pêşmergayetî kir
Qeyranî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Dema ku komkujî pêkhatî min li Hewlêr pêşmergetiyê dikir, ew 9 sal bû ez li wir ji bo parastinê pêşmerge bûm. Min bi dilsozî erkê xwe pêkdanî, malbata min hemû li Şêx Xidir û ez ji li Hewlêrê bûm. Pêşmergeyan malbat, xelkê min min hêlan û ne parastin. Min vê yek qebûl nekir. Kesê nedizanî wê gerîla werin Şengalê û rê vekin, dema ez gihiştim Sêmalka gotin heval hatine rê vekirine. Dema em hatin çiyayê Şengal tiştên ku me dîtî gelek zor bû. Ew kalê mêr, jin û zarok hewar dikirin û digotin av av. Gelek zehmet bû, her mirovê ku vê yekê dîtî tu caran rûnane. Ger em xwe ne parêzin û xwe rêve nebin, kes me naparêze. Em ji zilamin, xortên me ji hene. Çeteyên DAIŞ’ê tên me dikujin, em jî dikarin li hemberî vana xwe biparêzin.”
Ger qehremantiyê dikin bila bên Şengalê rizgar bikin
Dilbixwîn Qeyranî got: “Her mirovek carekê dimire, bila ew car jî bi şeref û namusa xwe bimire. Êzidiyan berê vê tiştê qebul nedikirin bi hezaran Êzidî berê amadebûn xwe feda bikin. Ez hê jî matmayî dimînim çawa gelê me xwe ragirtiye. Ji xwe destpêkê gerîlayan em parastin û ji roja destpêkê heya niha şehîd didin û me diparêzin. Hikûmet niha hatiye van deran li van çiyane cihên xwe çêkirine û dibêjim, em Şengalê diparêzin. Ka çi kirine? Tenê li ser televziyonan dibêjin me wisan kir me qehremantî kir. Ger qehremantiyê dikin bila bên Şengalê rizgar bikin.”
Qeyranî balkêşa ser hêza YBŞ’ê jî û wiha got: “YBŞ hêza berxwedana Şengalê ye, ji bo gelê me xwe bi xwe rêve bibe, YBŞ hatiye avakirin. Ji bo carek din komkujî bi serê me de neyê, YBŞ hatiye avakirin. Tevlîbûna me geleke, min ji ne pejirand ez di wargehan de bimênim û ez tevlî YBŞ’ê bûm. Ger em şehîd jî bikevin, emê di ber axa xwe de şehîd bikevin. Divê kes li hemberî kiryarên DAIŞ’ê yên ser keçên me û gelê me de anîne, di kampan de nerûne.”
Êdî bese bindestî
Kalê 60 salî Xudêda Borik jî nêrînên xwe anî ziman û got: “Ez û lawê xwe tevlî YBŞ’ê bûn, daxwaza me mezinbûna YBŞ’ê ye. Em xwe rêxistin bikin û hêza leşkeriya xwe çêbikin, ji bo êdî komkujî bi serê me de neyên. Ez bang li hemû xortan dikim ku bên tevlî YBŞ’ê bibin, ger em xwe neparêzin kesek me naparêze. Ev hezaran sale em bindestin, êdî bese bindestî. Dem dema xwe parastinê ye, temenê min 60 sale. Min 13 sal bi belaşî leşkeriya Sadam kir. YBŞ feyde û qezenca meye, divê ev mezin bibe. Gerîlayan gelek alîkarî dan me, em gelek spasiya wan dikin.”
Em dixwazin xwe biparêzin
Kalê 60 salî balkêşa li ser hêzên ji der ve jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ne Amarîka, ne jî partiyên din me naparêzin. Wê çiyayê Şengal me biparêze, kesê ku baweriya xwe bi çiyayê Şengalê bîne kes nikare rêya wî bigre û zordariyê li ser bike. Em yekitiya gelê xwe dixwazin. Bila baweriya kesê bi hêzin biyanî neyê, em xwe neparêzin, kes me naparêze.”
(rn/mo)