09:03 06.10.2013
STENBOL (DÎHA) - Girtiyê PKK'î Mehmet Polat di pevçûnekê de bi perçeyên bombeyê bi giranî birîndar bû û cezayê 'muebeta giran' birîn. Tendûristiya girtiyê nexweş Polat her diçe xirab dibe û birayê Polat, Îhsan Polat da zanîn ku divê birayê wî serbest bê berdan û tedawî bibe.
Girtiyê PKK'î yê 38 salî Mehmet Polat di sala 1996'an de, li pevçûneke di navbera Mûş-Bedlîsê de bi giranî birîndar bû û hat girtin. Dadgehê cezayê muebeta giran li Polat birî û niha di Girtîgeha Tîpa E ya Hacilar Kirikkalê de dimîne. Ji ber ku Polat nayê dermankirin, tenduristiya Polat her ku diçe xirab dibe. Birayê Mehmet Polat, Îhsan Polat da zanîn ku tendûristiya birayê wî her diçe xirab dibe û ger perçeyên bombeyê di bedena wî de neyên derxistin dê nexweşî bigihêje asteke ku neyê derman kirin û ji ber vê yekê bi fikar in.
Îhsan Polat anî ziman ku birayê wî her tim ji ber êşên ku dikişîne sewqî nexweşxaneyê dikin, lê ji ber ku li nexweşxaneyê bi awayekî rêk û pêk nayê dermankirin careke din dibin girtîgehê. Polat destnîşan kir ku divê demildest birayê wî serbest bê berdan û li nexweşxaneyekê bê dermankirin û wiha got: "Ji ber şert û mercên girtîgehê, nexweşî her ku diçe giran dibe û ji ber vê yekê em bi fikar in." Polat bilêv kir ku piştî ku birayê wî hat girtin, her tim dermankirin hat taloqkirin û xwest ku raya giştî û rayedar di vê mijarê de bi hestiyar tevbigerin û Polat serbest bê berdan.
(ça)