1 deqîqe xwendin

Riyên bajarê Kobanê têne sererastkirin

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Şaredariya Gel a bajarê Kobanê bi armanca çareserkirina pirsgirêkên trafîkê, riyên bajêr sererast dike

MIZGÎN ELÎ

KOBANÊ – Şaredariya Gel a bajarê Kobanê bi armanca çareserkirina pirsgirêkên trafîkê, riyên bajêr sererast dike.

Şaredariya Gel a bajarê Kobanê riyên hundirê bajêr û yên gundan sererast dike. Heta niha 38 rê, kolana Meheta û riyên ′Cerablusê, Helebê û Helincê′, her wiha qeraxên riyan û kenalîzasyonên bajêr, sererast kirin.kobane-saredariya-gel-2

Tevî rewşa hewayê û barîna baranê, lê Şaredarî xebatên sererastkirina riyan didomîne. Hevseroka Meclîsa Şaredariya Gel a bajarê Kobanê Zehra Berkel da zanîn ku bi hatina demsala zivistanê re, Şaredariyê dest bi xebatên sererastkirina riyan kirin, da pirsgirêkên trafîkê werin çareserkirin. Her wiha diyar kir ku dê xebatên wan heta dawiya vê mehê bidomin.

(mm)

ANHA