6 deqîqe xwendin

Rojava lez da amadekariyên hilbijartinê

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

AHMET ÇÎMEN/AZÎZ KOYLUOGLÛ - AMÛDÊ 24.06.2014 07:00:00 Desteya Hilbijartinê ya Bilind a Rojava, ji bo hilbijartinên li herêmê dest bi kar kir. Li desteya ji 18 endaman 4 Suryanî, 2 Ereb û 12 Kurd cih digirin. Hevseroka desteyê Gulnaz Salih diyar kir ku deste hefteyê rojekê bi rêk û pêk dicive û destnîşan kir ku piştî demeke dirêj a amadekariyan ewê dest bi xebatên ji bo amadekirina lîsteyên hilbijêran bikin. Gulnaz Salih ragihand ku serjimartin nehatiye kirin û ewê nikaribin daneyên serjimartina berê ya rejîmê esas bigirin û anî ziman, ku bi alîkariya meclîsên tax û gundan ewê li malan bigierin û lîsteya nû ya hilbijêran amade bikin.

Hevseroka Desteya Hilbijartinê ya Bilind a Rojava Gulnaz Salih der barê amadekariyên hilbijartinê yên li Rojava de ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku ji bo hilbijartinê ew sîstema hilbijartinê ya Iraq û Swêdê lêkolîn dikin û li gorî vê amadekariyan dikin. Gulnaz Salih diyar kir ku pilştî Meclîsa Qanûnsaz Qanûna Hilbijartinê derxist, wan lez dan xebatên xwe, destpêkê Desteya Hilbijartinê ya Bilind ava kirine û sîstemên hilbijartinê yên welatên cuda lêkolîn kirine.

WÊ LÎSTEYEK NÛ BÊ AMADEKIRIN

Gulnaz Salih ragihand ku derfeteke wan a serjimartineke nû bikin nîne û anî ziman ku ewê li malan bigerin û lîsteyên nû yên hilbijêran amade bikin. Gulnaz Salih got, "Me serjimartineke nû nekirin. Emê serjimartina berê ya rejîma Sûriyeyê jî esas negirin. Bi rêya meclîsên me yên bajar û taxan, şaredariyên me û malên gel, emê yek bi yek li malan bigerin, hilbijêrên xwe tespît bikin û qeyd bikin. Me pusulayên hilbijartinê amade kirin. Di demeke nêz de emê van li herêman, li bajaran belav bikin. Her welatiyeke/î temenê xwe 18 salî derbas kiriye, wê li van pusulayan bên qeydkirin. Nûmarayên nasnameyê jî wê li van pusulayan bê qeydkirin. Wê rojbûn, agahiyên nasnameyê û navnîşana hilbijêran werin nivîsandin."

WELATIYÊN KANTONAN WÊ KARIBIN DENG BIKAR BÎNIN

Gulnaz Salih da xuyakirin ku bi tenê mafê welatiyên Kantonan hene ku dengê xwe bikar bînin û anî ziman ku kesên ji derveyî kantonan koç kirine, mafê xwe yê bikaranîna dengan nîne. Salih got, "Welatiyên koçî derveyî welat kirine jî, heta ku bi nasnameya xwe navê xwe li lîsteyên hilbijêran qeyd nekiribin, wê nikaribin deng bikar bînin. Welatiyên Sûriyeyê yên li derveyî kantonên Efrîn, Kobanê û Cizîrê jî nikaribin deng bikar bînin. Ji kesên li Kantonan dijîn û ti awayî welatîbûna Sûriyeyê negirtine, nebûne xwedî nasname, bi qanûnan mafê bikaranîna dengan hatiye naskirin. Wê ti carî ji mafê bikaranîna dengan bêpar nemînin."

Gulnaz Salih da xuyakirin ku her çend ji aliyê têkiliya bi kantonên din re pirsgirêk hebe jî lê ew di nava têkiliyê de ne û ji bo avakirina desteyên xwe yên hilbijartinê hemû kanton di nava amadekariyan de ne. Hevseroka Desteya Hilbijartinê ya Bilind Gulnaz Salih got, "Bi kantonên din re pirsgirêkeke me ya ciddî ya têkiliyê heye. Derfetên me nîne ku bi wan re rû bi rû hevdîtinê bikin. Lê belê destpêkê me li vir desteya hilbijartinê ya bilind ava kirin. Me xebatên xwe, qanûna hilbijartinê û biryarên xwe bi awayekî gihandin wan. Qadên din jî wê ji van ezmûnan sûdê werbigirin û desteyên hilbijartinê ava bikin. Biryarên em li vê qadê digirin, kantonên din jî wê esas bigirin."

JI BO SERBIXWEYAN KOTAYA JI 20 KESAN

Salih da xuyakirin ku partiyên siyasî yên li Rojava bikevin hilbijartinan divê ji meclîsa qanûnsaz erêkirinê werbigirin û got, "Ji bo namzetên bi awayekî serbixwe bikevin hilbijartinan jî me lîsteyeke cuda amade kirin. Du lîsteyên me hene. Yek jê ya partiyên siyasî û ya din jî namzetên kesayetên serbixwe. Ji xwe meclîsa qanûnsaz bi qanûnan ji bo serbixwqeyan 20 kursî veqetandiye."

BI HÊZA QANÛNDANÎNÊ RE DI ÇARÇOVEYA QANÛNAN DE TÊKILIYA ME HEYE

Gulnaz Salih diyar kir ku di navbera Desteya Hilbijartinê ya Bilind û Rêveberiya Qanûndanînê de, di çarçoveya qanûnan de têkiliya wan heye û got, "Ji bilî vê ti têkiliyeke bi hev ve girêdayî nîne. Ji bo yên karibin deng bikar bînin 18 salî, ji bo yên karibin xwe namzet nîşan bidin jî 22 salî weke şert hatiye destnîşankirin. Xwendin-nivîsandineke baş, têrê dike. Ne şert e ku mezûnê zanîngehê be yan jî dîploma wergirtibe. Qeyda nifûsê wê li bajarên ser bi kantonan be û wê ne endamên hêzên çekdar yan jî navgînin edaletê bin. Yên di van wezîfeyan de cih digirin, eger wê bibin namzet divê ji wezîfeya xwe îstifa bikin."

JI BO HILBIJARTINAN BINGEHA QANÛNÎ TEMAM E

Salih da zanîn ku piştî Meclîsa Qanûnsaz di meha Gulanê de Qanûna Partiyên Siyasî û Qanûna Hilbijartinê erê kir, sererastkirinên pêwîst temam bûne û ev agahî da: "Dema hilbijartinê jî wê ji aliyê hikûmetê ve bê diyarkirin. Li gorî qanûna hilbijartinê, biryara hilbijartinê herî kêm beriya mehekê divê were ragihandin. Wê di hefteya pêş de lîsteyên hilbijêran bên amadekirin û qeyda hilbijêran bê kirin."

Hevseroka Desteya Hilbijartinê ya Bilind a Rojava Gulnaz Salih da xuyakirin ku wan mekanîzmayek ava kirine ku li gorî wê heta roja dawî welatiyên Kantonan wê karibin qeyda xwe bikin û got, "Ji bo hilbijêrên li Rojava vegerin karibin dengê xwe bikar bînin jî, wê heta roja dawî karibin bi nasname, nûmaraya nasnameya xwe li buroya hilbijartinê ya herî nêz qeyda xwe çê bikin û bi vî rengî dengê xwe bikar bînin."

EMÊ BANG LI ÇAVDÊRÊN HERÊMÎ Û NAVNETEWEYÎ BIKIN

Gulnaz Salih diyar kir ku ji bo hilbijartin di rewşeke zelal û demokratîk de pêk were ewê bang li heyet û nûnerên asziyên sivîl ên herêmî û navneteweyî bikin û herî dawî ev xal destnîşan kir: "Komîsyonên li ser sindoqan, yên kontrolê bikin û dengan bijmêrin, wê sê roj beriya hilbijartinê bên aşkerakirin û her komîsyon wê ji sê kesan pêk were. Partiyên siyasî wê bi muşahîdên xwe re li ser sindoqan çavdêriyê bikin. Me bang li çavdêrên navneteweyî jî kiirn ku di hilbijartinên me de amade bin."