Li herêma kurdistan bajarê Hewlêr rojbûna rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan bi coşek mezin hat pîrozkirin
HEWLÊR-ROJNEWS
Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan li her çar parçeyên Kurdistan tê pîrozkirin. Bi vê armancê duh li herêma kurdistan bajarê Hewlêr 66. Rojbûna Ocalan bi tevlîbuna sedan kesî hat pîroz kirin. Merasîma pîrozkirinê ji aliyê Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê hat organîzekirin. Di merasîmê hevseroka Tevgera Azad Şîlan Şakir û endamên rêveberiya DBP’ê jî amadebûn.
Di merasîma pîrozbahiyê de destpêkê kasetek deng a ji axaftinên Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan hat guhdar kirin û piştî wê hevseroka Tevgera Azad Şîlan Şakir axaftinek kir. Şakir got: “Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan, rojbûna hemû gelên bin deste, bi vê boneyê em rojbûna Ocalan li hemû gelan pîroz dikin. Rojbuna Ocalan, despêkirina roja ji xew rakirina gelê Kurde.” Piştî wê li ser navê RJAK Ciwan Kurdistanî mafê axaftinê girt û got: “Rojbuna Ocalan ji bo jinan rojek ya azadiyê ye, jin bi felsefe û îdeolojiya Ocalan gelek gavên girîng avêtiye.”
Merasîm piştî wê bi stranên hûnermendan berdewam kir. Di merasîma pîrozbahiyê de posterên Ocalan, alên PKK, HPG, YPG û RJAK hatin rakirin. Gel bê navbera dirûşmeyên ‘Bijî Rêber Apo’ qêriyan.
Piştî wê pasteya ku ji bo rojbuna Ocalan hatî çêkirin, ji aliyê dayîkên şehîdan ve hat birîn û belavkirin. Merasîm bi girtina govendan heya êvarî berdewamkir.
(rn)