4 deqîqe xwendin

Rojnamevanan fransî çavdêriyên xwe yên li kobanê vegotin

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

KOBANÊ- Rojnamevanê fransî yên bi navê) Pierre Barbanci( û (Frederic Lafargue) ku xebatkarên Rojnameya (L’Humanite) ya Fransî ne, derbarê şer û berxwedana li Kobanê ya ku ji nêz ve şopandin de, çavdêriyên xwe vegotin

Herdu Rojnamevanên fransî yên bi navê) Pierre Barbanci( û Frederic Lafargue ku xebatkarên Rojnameya (L Humanite) ya fransî ne û ji bo şopandina şerê di navbera YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê de derbasî Kobanê bûbûn, derbarê bandora ku berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê li wan kiriye hasten xwe wiha anîn ziman: "Me serdana gelek deverên pevçûnan yên li cîhanê kir, lê belê me berxwedaneke bi vî rengî li tu deveran nedît. Tiştê herê balkîş ku me li Kobanê dît ew bû, rihê hevaltiyê û têkiliya di navbera fermandar û şervanan de bû."

Ew ji bo serkeftinê şer dikin

Rojnamevanê bi navê Pierre Barbanc ê ku ji bo karê xwe yê rojnamevaniyê, serdana gelek deverên şer û pevçûnan li cîhanê kiriye, anî ziman ku wî qet bawer nedikir ku berxwedaneke bi vî rengî li ser erdê bibîne û diyar kir ku li Kobanê şervanên YPG'ê û YPJ'ê Ji bo Pêkanîna serkeftinê û parstina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ku li Rojavayê Kurdistanê hatiye îlanirin, şer dikin. Barbanc wiha got: "Di nêrîna min de sdema êrîşên çeteyan ên li dijî Kobanê ewe ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têk bibin. Ji ber ku Rêveberiya Xweser rengek ji rengên demokrasiyê ye û rê li ber hemû pêkhateyên Rojava vedike ku bi rengekî demokratîk bi hev re li ser heman erdî bijîn ."

Barbanc di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku berxwedana Kobanê ji tevahiya cîhanê û deverên ku li Sûriyê û Îraqê di bin kontrolan çeteyan de ne re da îsbatkirin ku riya berxwedana li hember çeteyan vekiriye û pêkane. Ji bo wê jî divê hemû şêniyên wan deveran bibin yek dest û li dijî êrîşên çeteyan li ber xwe bidin. Ji ber ku berxwedana Kobanê ji tevahiya cîhanê re diyar kir ku Eger mirov ji bo prastina axa welatê xwe û mafên xwe li ber xwe bide helbet dê serkeftin para wî be '

Divê civaka navnetewî piştgiriya Kobanê bike

Barbanc da zanîn ku di dema ew li kobanê bû û bi riya hevdîtinên ku li wir pêk anîn, karibû ku rewşa li wir ji nêz ve bişopînim û wiha got:"Di nêrîna min de divê civaka navnetewî bi hemû rê û rêbazan alîkariyê bide Kobanê. Her wiha ji bo ku alîkariyên mirovî bi rengekî ewle bighêjin sivîlên li Kobanê divê korîdorek bê bekirin.

Derbarê berxwedana şervanên Kobanê de Barbanc diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran ên ku ji Mûsilê û hin deverên din bidesxistine, di şerê li Kobanê de didin şuxlandin. Hêzên Parastina Gel (YPG) jî, bi keleşên xwe li hember êrîşên çeteyan, li ber xwe didin. Barbanc got ku ji bo şikandina êrîşîn çeteyan ên li ser Kobanê û pêkanîna serkeftinê divê civaka navnetewî destedayîna Kobanê ji aliyê çekan de bike.

Rihê hevaltiyê yê di nabera fermandar û şervanan de

Rojnamevanan dan zanîn ku tiştê herî balkêş ji bo wan ew bû, têkilî û danûstandina di navbera fermandar û şervanan de û diyar kirin ku di dema gera wan ya di nav eniyên şer de wan tu cudahî di navbera fermandar û şervanan de nedidîtit. Têkêliya di navbera wan de ne weke serbaze û leşkerkî bû, lê belê têkiliya wan weke du hevalan.

Şervanên YPJ'ê mirovahiyê diparêzin

Rojnamevanan her wiha bal kişandin ser rola şervanên YPJ'ê û gotin ku wan li Kobanê bi gelek şervanên YPJ'ê re hevdîtin pêk anîne. Rojnamevanan diyar kirin ku wan di hemû şervanan de rihê têkoşîn û berxwedanê dît. şervanên jin yên Kobanê gotine ku ew ji bo parstina mirovahiyê ji êrîşkaran şer dikin.

Rojnamevanan di dawiya axaftina xwe de bilêv kirin ku wan serdana gelek deverên şer li cîhanê kirine, lê wan li tu deveran nedîtine ku jin bi vî rengî û bê tu ferq û cudahî li kêleka zilam şer dike.

MISTEFA ELÎ

(dm)