Romana Bilge Karasu ya bi navê "Şev" bi wergera Dilawer Zeraq derket

Romana navdar a nivîskarê tirk Bilge Karasu ya bi navê "Şev" bi wergera Dr. Dilawer Zeraq ji Weşanxaneya Lîsê derket.

Wêje Derya Welat Derya Welat Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Romana navdar a nivîskar û felsefevanê Tirk Bilge Karasu ya bi navê "Şev" bi wergera nivîskar û wergêr Dr. Dilawer Zeraq ji aliyê Weşanxaneya  Cervantes | Wêjeya Cîhanê" ve hat çapkirin.

Li gor Weşanxaneya Lîsê weşandiye, pirtûk ji 240 rûpelan pêk tê û di çapa yekem de li Enqereyê hatiye çapkirin. Ev berhema girîng a wêjeyê di sala 2026'an de bi hejmara koda 978-625-6626-47-8 ketiye destê xwendevanan. Di danasîna pirtûkê de tê destnîşankirin ku "Şev" rasterast behsa rûdanekê nake û rengekî dîstopîk dide xwe, lê behsa dîstopyayekê jî nake. Karakter, hêma, metafor û hêzên tarî di romanê de bi jiyana civakî re dibin yek û behsa rewşa wan mirovan dike ku di nav tarîtî û kaosê de neçarî jiyanê hatine kirin.

Bilge Karasu ku di sala 1930'an de li Stenbolê ji dayik bûye û di sala 1995'an de li Enqereyê koça dawî kiriye, yek ji nûnerên sereke yên romana postmodern a wêjeya Tirkî tê qebûlkirin. Karasu bi romana xwe ya bi navê "Gece" ku bi Kurdî wekî "Şev" hatiye wergerandin, di sala 1994'an de li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Xelata Navneteweyî ya Pegasusê bi dest xistibû. Bi vê xelatê re berhema wê li gelek zimanên cîhanê hatibû wergerandin.

Wergêrê pirtûkê Dr. Dilawer Zeraq di sala 1965'an de li Farqîna Amedê ji dayik bûye. Zeraq ê ku ji sala 1996'an ve bi Kurdî çîrok, roman û gotarên rexneyî yên li ser wêjeyê dinivîse, li ser standardîzasyon û rêzimana Kurmancî jî xwedî lêkolîn û ferhengên berfireh e. Zeraq berê jî gelek berhemên girîng ên wêjeya cîhanî û Tirkî wergerandibû Kurdî û di sala 2021'ê de bawernameya doktorayê ya li ser ziman û wêjeya Kurdî wergirtiye.

Weşanên Cervantes ku wekî markayeke Weşanên Lîsê ye, navenda wê li Amedê ye, bi wergerandina berhemên klasîk û nûjen ên wêjeya cîhanê hewl dide pirtûkxaneya Kurdî dewlemendtir bike û bi rêzeya Cervantes berhemên girîng ên wêjeya cîhanî digihîne xwendevanên Kurd.

Wêne: Weşanxaneya Lîs