Romana nû ya Helîm Yûsiv derket

Romana nû ya Helîm Yûsiv a bi nave “99 Morîkên Belavbûyî” ji nav Weşanên Peywend derket

AK Amîda Kurd Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Nivîskarê kurd Helîm Yûsiv, piştî Sobarto, Tirsa bê diran, Gava ku masî tî dibin, niha jî bi romaneka xwe ya nû bi nave “99 Morîkên Belavbûyî” derket pêşberî xwendevanên xwe û civaka kurd.

Roman, çîroka kesekî sêwî bi navê Azad û ji Amûdê ye, vedibêje. Azad, di encama pêkutiyên dewletê de, berê xwe dide xerîbiyê, diçe Almanyayê û dibe şahidê nexweşînên derûnî û travmayên li xerîbiyê ku mirovên penaber dijîn.

Em jî weke malpera Amîda kurd, nivîskarê hêja pîroz dikin.