Meclîsa Zagonsaz a Cizîrê: Rêjîmên Tirkiyê û Sûriyê piştgiriya çeteyan dikin
ANHA / NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê diyar kir ku civaka navnetewî û welatên cîran berpirsê encamên êrîşên komên çete yên li dijî Kobanê ne. Meclîsê destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ'ê bi piştgiriya rêjîma Sûriyê, Tirkiyê û Koalîsyon jî di nav de êrîşî herêma Kobanê dikin. Meclîsê da zanîn ku civaka navnetewî jî bi vê bêdengiya xwe di komkujiyên li dijî gelê kurd hevkar e.
Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê derbarê êrîşên komên çete yên DAIŞ'ê de daxuyaniyek niviskî weşand. Di daxuyaniyê de êrîşên komên çete yên DAIŞ'ê ku bi piştgiriya hêzên rêjîma Sûriyê û Tirkiyê pêk hatine şermezar kir û hate gotin ku koalîsyona hêzên opozisyona Sûriyê jî piştgiriya çeteyên ku êrîşî Rojava dikin,kirine. Di daxuyaniyê de helwesta civaka navnetewî hate şermezarkirin û wiha hate gotin: “Civaka navnetewî jî bi bêdengiya xwe di komkujiyên li dijî gelê Rojavayê Kurdistanê hevkar e û êrîşên komên çete ku armanca wan ew e ku herêm bête vala kirin û demokrasiya herêmê ku bi rêveberiya xweseriya demokratîk re di herêmê de çêbû ye têk bidin.”
Di daxuyaniyê de êrîşên komên çete yên DAIŞ'ê hatin şermezarkirin û hate gotin ku civaka navnetewî û dewletên cîran berpirsyariya encamên êrîşan radikin û bang li wan hate kirin ku berpirsyariyên xwe yên mirovî pêk bînin.
Meclîsa Zagonsan a herêma Cizîrê di daxuyaniya xwe de bang li gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û derve kirin ku di vê dema hesas de berpirsyariyên xwe yên dîrokî pêk bînin û piştgiriya berxwedana YPG'ê bikin.
(ie/jh)